Polîtîk

Serokê parlamentoyê 5 parlamenterên kurd-swêdî pîroz kirin

Rojevakurd-Bi minasebeta serketina 5 kurdan di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de, Kemal kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî her 5 parlamenterên kkurd-swêdî û revenda kurd li Swêdê kir.

Peyma serokê parlamentoya Kurdistranê li jêr bixwîne:

Di 19ê vê mehê de hevwelatiyên Swêdê ji bo hilbijartina endamên nû bo parlamentoya Swêdê ber bi sindoqên dengdanê çûn. Di wan hilbijartinan de hevwelatiyên me yên kurd ku ji mêjeye li Swêdê dijîn û tevlî civaka swêdî bûyne, bi awayekî serketî karîne di warê siyasî, abûrî, kulturî û civakî de cî û tesîra wan di welêt de hebe û weke berendam beşarî hilbijartinan bin.

Hindek ji wan hevwlatiyên me yên kurd ku çalakvanên siyasî ne, di hilbijartinên vê dewreyê de bo parlamentoya Swêdê xwe kandîdad kir û, bi kêfxweşî ve, 5 hevwelatiyên kurd-swêdî ku ser bi partiyên cuda yê swêdî bûn, piştî hewil û xebateke hêja, şiyan baweriya swêdî û kurdên rûniştvanên swêdê bi dest bêxin û bo yekem car di dîroka Swêdê de 5 kursiyên parlamentoyê misoger bikin.

Bi minasebeta vê serketina pir buha, em pîrozbahiyê li yek bi yek wan xuşk û bira yên kurd yên di hilibijartinên parlamentoya Swêdê de serketîn û hemû revenda kurd li Swêdê dikin.

Hêvîdarîn ku hevdem ku xizmeta Swdêd dikin, zêdetir xizmeta welatê xwe, Kurdistanê, bikin û ji bona zêdetir nasandina doza rewya gelê me û herêma Kurdistanê bi civaka swêdî çalaktir bin.  Em bi hêvîne ku ew serketin bibe palderek bo revenda kurd li welatên din yên  diyayê û ew jî cîyê xwe bikin.

Kurên neteweya me ji ber zilim û needaletiyê xwe gihande dervey welêt, li cîyekî din akincî bûn, rihên xwe dahêlan, peyama xwe ya pîroz (demokrasî) bilind hilgirt û serketin bidest anî. Ev serketine jî wê yekê dide xuyakirin ku needaletî û zilma diktatoran li her cîyekî dinyayê çend dijwar be jî nikare li pêşiya aşitî, azadî û demokrasiyê rêgir be.

Careke din ji dil pîrozbahiyê pêşkeşî wan dikîn û sipasiya revenda kurd li swêdê ku roleke diyar û karîger di serketina wan kandîdatan de bînî dikîn.

Ji bo wan xuşk û birayên bûyne endamê parlamentoya Swêdê silavn dihinêrîn û  serketinê bo wan daxazîn.

Dr. Kemal Kerkûkî
Serokê parlamentoya Kurdistanê
24.09.2010
Hewlêr

Back to top button