Serokê MIT-ê li gel Ocalan civîye
Eve demeke CHP bi tundî Ak-Partiyê bi hevdîtina Ocalan tawanbar dike. CHP û MHP dibêjin ku Ak-Partî û PKK hevdîtin bi hev re kirine û sedema van bûyeran hemî encama vê hevdîtiniye. Erdogan dide xûyakirin ku tu pêwendî di navbera Ak_Partiyê û PKK-ê de çênebûye. Rawêjkarê Erdogan Yalçin Akdogan di vê derbarê de daxûyaniyek da û got: “ Tu bazariya hukumetê i gel rêxistinek wek PKK-ê tuneye. Lê elbet dê diyaloga dewletê li gel mahkumek di girtîgehê de hebê. Gelek çewte ku ev wek bazariyekî di navbera hukumet û PKK-ê de bête nirxandin“
Îro parlementerê CHP-ê yê bajarê Edenê Tacidar Seyhan, got ku, 20-ê meha tebaxê serokê MIT-ê li gel Ocalan li Îmralî hevdîtinek kiriye. Tacidar Seyhan di vê derbarê de got: “ Serokê MIT-ê dema çûyî girava Îmralî ji bo ku, neyê tesbîtkirin, rîya deryayê karaniye. Dema serokê MIT-ê çûyî Îmralî hemî kamera û aletên teknîkî hatibûn betal kirin. Di destê min de gelek agahdariyên cidî hene. Eger hukumet vê hevdîtinê qebûl neke, ezê agahdariyên di destê xwe de ji raya giştîre eşkere bikim.“
Berpirsên PKK-ê jî dibêjin ku hevdîtinek di navbera dewletê û Ocalan de pêhatiye û heta dibêjin ku encamê vê hevdîtinê agirbest hatiye ragihandin.