Polîtîk

Bahçelî : Ez nikarim herim Amedê

Serokê Giştî ya MHP Devlet Bahçelî di bernameyê referandumê de got : Xatayê me yê herî biçûk dikare bibe bedelê gelek tiştên xirab û serledana me ya li ser Diyarbekir nîne. Bahçelî pirsek li ser îdamkirina Ocalan de wiha got : Dîlgirtina Ocalan 15 Sibate. Biryara Îdamê jî 31 ê Gulane.

Dema biryar hate girtin bilezûbez gengeşiyên îdame hat destpêkirin. Tenê di rojekî de nêzîkî 7 seat û 20 deqa gengeşiyên di nawbera rêveberên Hikumetê bû , di dawiyê de jî biryara îdama Ocalan hate sekinandin .. Wê demê min serledana Serokkomarê Suleyman Demirel kir û ji bo berjewendiyên Tirkiyê sekinandina biryara îdam hatîbû dayîn .

Ez hîna jî alîgirî îdamê me . Ger dema 1999ê de biryara îdamê bihatiba dayîn îro pirsgirêk ne bi vî şeklê de bû Bahçelî ji bo referandumê jî got : Ger li referandumê de ‘’Erê’’ derkeve Serokwezîr Erdogan mimkune ku bifire jixwe lingên wî jî tim li hewayê de ne herwiha Terora PKK jî cesaret bistîne.

Back to top button