Serokê Kurdistanê û Serok Komarê Iraqê civiyan
Berî nîvroya îro 12.10.2012 li bajarê Hewlêrê rêzdar Celal Talebanî Serok Komarê Iraqê pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir ku her du Cîgirên Sekreterê Giştî û hejmareke endamên mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê de amadebûn.
Li hevdîtinek de Serok Barzanî ji bo bi selametî vegerana axa welat bi germî bi xêrhatina Serok Talebanî kir û ji bo rêzdar hêviya saxî û selametiyê xwest.
Paşê li civînek de Serok Mam Celal bi kurtî behsa encama hevdîtin û civîna berî çend rojên derbasbûyî ya li gel serkirde û aliyê siyasiyên dinê Iraqê li Bexda xisterû.
Di derbarê pêvajoya bi giştiya welat û Herêma Kurdistanê li hemû astekî ve bi taybetî guftûgokirin.
Her wiha li vê civînê de girîngiya yekrêzî û karê pêkveyiya di navbera hêz û aliyan û kûrtirkirina hevpeymaniya stratejiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, dûpat kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa hewl û keda Serok Mam Celal kir û hemû amadehiyekî xwe ji bo piştevanî kirina û serxistina wan hewlan ku bi armanca yekxistina rêzan û dawî anîna bi kêşeyên helawestiyan dûpat kir.
Cihê bi bîr anînê ye her du Serok Barzanî û Talebanî dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê mijarên civînê de bi yek raman û hevrê bûn.