Polîtîk
Serokê Kurdistanê û Osman Baydemîr civiyan
Berî nîvroya îro çarşem 19/02/2020 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya siyasetmedarê Kurd birêz Osman Baydemîr û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de her dû alî tekez li ser xebata siyasî medenî û li gotara aştîxwazaneya gelê Kurd ya ji bo çareserkirina kêşeyan û bi dest ve anîna mafên wan û hevdû nêzîkbûna aliyên Kurdistaniyan kir.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û pêşhat û guhertinên siyasî û rewşa Kurd li navçeyê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog û danustandinê û rola civaka navdewletî ya li vî derbarî de, aliyekî dinê hevdîtinê bû.