PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê û Nûnera NY rewşa Iraqê guftûgo kirin

Berî nîvroya îro sêşem 15/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li civînê de proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û pêşhatên dawî yên guftûgoya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyan guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola erêniya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û dûpat kir ku Neteweyên Yekgirtî dikarê li çareserkirina kêşeyan, derbaskirina rewşê û gefên li pêş wê de hevkariya Iraqê bike.

Sîstema Federaliyê li Iraqê, pirsa hilbijartinên bê, rûbirûbûna terorê, tevgerên Da’îş û çend pirseke girîngên hevbeş, beşeke dinê vê civînê bû.

Back to top button