Polîtîk
Serokê Kurdistanê serxweşiyê li Patrîkê Dêra Kildanî kir
Birêz: Cenabê Patrîk Mar Luis Rufael Yekem Sako
Patrîkê Dêra Kildanî
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya Patrîkê Kardînal Mar Emanuelê Sêyem Dilî, Patrîkê berê yê Babil û Kildanî gihîşt me.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we yên rêzdar û hemû Krîstiyanên Kurdistan û Iraq û Cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Birêz ve bîranîna rola Patrîkê koçkirî dikin ku xwe ji bo parastina pêkvejiyana hemû pêkhatan û aştî û dadperweriyê terxan kiribû.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn ku Patrîkê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/04/2014