Cîhan

Serokê Kurdistanê serdana Îranê dike

Eve demeke di derbarê serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzani ya Îranê gelek nûçe derdikevin. Geh tê gotin ku dê serok serdana Îranê bike, geh tî goyon ku serok serdana Îranê nake.Di vê derbarê de berdevkê serokatiya Kurdistanê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand û babetê serdana Îranê zelal kir.Daxûyanî:Ev demeke li medyayê da daxuyanî û nirxandinên cûr bi cûr di derbarê serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Komara Îslamiya Îranê têne kirin. Ji bo zêdetir zelalkirina raya giştî radigihînîn ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê vexwendinnameyek ji Komara Îslamiya Îranê wergirtiye û rêzdar jî vê vexwendinê qebûl kiriye. Tenê eve maye demeke guncaw ji bo her dû aliyan bê diyar kirin.Dr. Umêd SebahPeyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê22.08.2016

Back to top button