Serokê Kurdistanê pêşwaziya Beşîkçî kir
Li Selahedîn rMesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya nivîskarê mezin û dîroknivîsê navdarê Tirkiyê Îsmaîl Beşîkçî kir.
Li destpêka hevdîtinê de Îsmaîl Beşîkçî xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê û serdana Kurdistanê derbirî û dîtina alaya Kurdistanê û hêza Pêşmerge li Kurdistana azad bi babetekî dilxweşker zanî û spasiya wê pêşwaziya germ jî kir ku li Kurdistanê da lê hatiye kirin. Paşê behsa wan êş û azaran kir ku li sedsala bîstem de li ser gelê Kurd da hatiye û rol û xebata Şêx Mehmûd û Şêx Seîdê Pîran û Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir li berxwedan û xwe bi dest ve nedana gelê Kurd bi girîng û bi bandor wesif kir. Dîroknivîs û dostê mezinê gelê Kurd ku li piştî azadbûna li zîndanê da, Kurdistan yekem cîh bûye ku serdana wê bike û bi paşaroja gelê Kurd geşbîniya xwe anî ziman û got: Li sedsala bîst û yek de gelê Kurd wan hemû mafan bi dest xistiye ku li sedsala bîstem da jê hatibû wergirtin.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Îsmaîl Beşîkçî kir û li ser wan êş û azarên li nav zîndanê da bi navê bergirîkirina li gelê Kurd û edaletxwaziyê da dîtiye spas û pêzanînên xwe û gelê Kurd jê re ragihand û got: Li ser wan hemû karesatên li ser gelê Kurd da hatiye Kurdan dîsa bergiriyê li xwe kiriye û xwe bi dest neda û bi sedema xebata rewaya xwe nehişt ku şerê dijî Hikûmeta dagîrkaran bibê şerê navbera neteweyên navçeyê. Niha jî qonaxa şer û çekdariyê li ser çûye û qonaxa çareserkirina kêşeyan li rêya aştiyê ve destpêkiriye. Serok Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku kêşeya Kurd ji wê yekê derketiye ku bikarê bê şikandin. Raste berê jî karîn gelê Kurd bikujin û azar bidin lê belê nekarîn îradeya wî bikujin.
Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî wekî rol û rêzgirtina aştîxwazî û bergirîkirina li gelê Kurd madalyaya Barzaniyê Nemir bexşî Îsmaîl Beşîkçî dostê gelê Kurd û nivîskarê mezinê Tirkiye.