Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi partîyên Kurdan re hevdîtin pêk anîSerokê Kurdistanê Mesud Barzanî roja 10.12.2015ê li Enqereyê bi partîyên Kurdan re hevdîtin pêk anî. Mesud Barzanî pêşîyê bi heyeta HDPê re hevdîtinek cuda pêk anî , piştre jî bi Serokên Giştî û nûnerên hinek partîyên li Bakurê Kurdistanê re civînek lidarxist.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Dr.Salih Özgökçe , li ser navê PSKê Aladdin Aras û İlhan Güneri , Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bucak , Cihgirê Serokê Giştî yê PDK-Tê Sabri Önler , Serokê Giştî yê berê yê HAK-PARê Kemal Burkay û wekîlê Serokê Giştî yê HAK-PARê Necati Bayram , Sekreterê Giştî yê KADEPê Nizamettin Maskan , Berdevkê PAKURDê İbrahim Halil Baran , Serokê Giştî yê HÜDA-PARê Zekeriya Yapıcıoğlu , Sîyasetmedarên Kurd Hamit Kılıçaslan , Rojhat Amedi , Yüksel Avşar û beşdarvanên nûnerên din yên van partîyan di civînê de cih girtin.Civîn bi axaftina rêzdar Mesud Barzanî destpê kir. Rêzdar Mesud Barzanî , li ser rojeva hatina wan a Tirkîyeyê agahdarî dan. Hinek encamên di derbarê bi têkilîyên nûnerên dewleta Tirk re parve kir. Nêrînên xwe yên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de yên ku bi metodên aşitî , dîalogê çareserkirinê bilev kir. Diyarkir ku şerên li navêndên bajaran didome zerare dide Kurdan. Rêzdar Mesud Barzanî wiha anî ziman ku, jibo bi metodên aşitîyê û demokratîk çareserkirina pirsgirêkan ji niha pê ve jî ew ê piştgirîyê bidin. Piştre nûnerên hinek partîyên beşdarvan axaftin , jibo ronî kirina hinek mijaran ji rêzdar Mesud Barzanî hinek pirsîyar pirsîn. Hemû beşdarvan , jibo hatina rêzdar Mesud Barzanî spasîyên xwe anîn ziman û wiha anîn ziman ku ev civîn jibo dîalogên di navbera Kurdan de gelek girîng e.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik dilxweşîya wan ya jibo hatina rêzdar Mesud Barzanî anî ziman. Bi giştî li ser pirsgirêka Kurdistanê , DAÎŞ , yekîtîya Kurdan û girîngîya Dewleta Federe ya Başurê Kurdistanê de axaftinek kurt kir. Wiha anî ziman ku rêzdar Mesud Barzanî di meşa serxwebûnê de roleke dîrokî dileyîz e.Herweha , anî ziman ku hevîdarin ku jibo agirbestek di navbera dewleta tirk û PKKê de bê çêkirin û jibo destpêkirina pêvajoyek çareserîyê ya nû ya partîyên Bakurê Kurdistanê , garantorên navnetewî jî mûxatab be , rêzdar Mesud Barzanî nik dewleta Tirk , PKK û hemû partîyên Kurdan rolek aktîfter bileyîze.Hevdîtin piştre, bi bersivên rêzdar Mesud Barzanî bidawî hat.11.12.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê