PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê li gel Cîgirê Nûnerê Taybetiyê Amerîka yê Sûriyê re civiya

Îro 18.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya David Brownstein Cîgirê Nûnerê Taybetiyê Amerîka yê Sûriye kir.

Li kombûnê da ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bû, pêşhatên dawî yên rewşa Sûriye bi giştî û erkê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş, amadehiya hêzên navdewletî, rewşa Bakûr û Rojhilatê Sûriye, girîngiya aramî, guftûgoyên aliyên Kurdan û pirsa Kurd li wî welatî hate nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku çareseriya rewşa aloza Sûriye bi şev û rojek de nayê kirin û rêya serbazî çareser nîne, divê kêşeya Sûriye li rêya siyasî û diyalogê ve bê çareser kirin. Di derbarê pirsa Kurd li wî welatî jî, rêzdar zelalkir ku pirsa Kurd divê li çarçêweya Sûriyê da bê çareser kirin.

Di derbarê erkê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî jî, birêz Brownstein tekez li wê yekê kir ku hê jî Da’îş li Sûriye metirsiyekî rasteqîneye û ji bo ewe jî Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li hevkarî û piştevanîkirina hêz û aliyên hevpeymanan li Sûriye ya ji bo rûbirûbûna terorê berdewam dibe.

Back to top button