Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel Balyozê Îranê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî, li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îranê li Iraqê de, peywendiyên Kurdistan û Îranê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di heman hevdîtinê de, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û guftugoyê hat kirin.

Di beşeke din a wê hevîdtinê de Nêçîrvan Barzanî û balyozê Îranê, pêşwat û geşedanên dawîn ên li Iraqê û herêmê gotûbêjkirin.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî duh li gel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya bû û di wê hevdîtinê de jî jibilî peywendiyên dualî, dawîn pêşhatên li Iraqê û navçeyê jî hatibûn gotûbêjkirin.

Herwiha Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê di wê hevdîtinê de ragihandibû ku welatî wî amade ye, di her warî de piştevaniya Herêma Kurdistanê bike.

 

Back to top button