Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel aliyên siyasiyên Kurdistanî civiya

Daxuyaniya civîna Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Fraksiyonên Kurdistanî yên li Encumena Nûnerên Iraqê

Îro 11/02/2020 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêr, bi serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna birêzan Cîgirên Serok, civîneke hevbeş ya aliyên siyasî, Cîgirê Serokê Encumena Nûneran û Fraksiyonên Kurdistanî yên li Encumena Nûnerên Iraqê hate saz kirin.

Li civînê de rewşa Iraq û hengavên yekxistina helwesta aliyên siyasî û fraksiyonan û saziyên fermiyên Herêmê ya ji bo çawayiya muamelekirina li gel pêşhatên qada siyasiya Iraq û Kurdistanê, her wiha guftûgo di derbarê hengavên kirdarî ya ji bo pêkanîna hevpeymaniya fraksiyonên Kurdistanî, hate nirxandin.

Piştî guftûgo û raguherîn û têbîniyên fraksiyonan li ser çawayiya muamelekirina li gel saziyên federaliyên li Bexda û behskirina nexşerêya muamelekirina li gel pêşhatên li Iraqê, hemû hevra bûn ku pêwîste bi yekhelwestî muamele li gel tevahiya pirsan bê kirin û hengavên kirdarî ji bo pêkanîna hevpeymanî û ji bo amadekirina peyrewekî giştgîr bêne kirin ku ji aliyê hemû fraksiyonan pejirandî bê.

Civînê de bi girîngiyê ve rewş û pêşhatên Iraqê xistin ber behs û tekez li ser pêwîstiya vegerana aramya emnî û siyasiya welat û bikarneanîna tundiyê beramber bi xwepêşanderên sivîl û bi deng ve çûna daxwazên rewayên wan yên li xizmetguzarî û jiyan û paşarojeke baştir kirin.

Mijareke dinê civînê de hengavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federalî bû, li vî derbarî de amadebûyan hevra bûn li ser wê yekê ku berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê û parastina qewareyên destûrî û siyasî û mafên destûriyên gelê Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, bingeha serekiya hevbeş û beşdariya aliyên siyasiyan dibê, her hengavek jî ji bo guftûgoya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bi hemahengî li navbera hemû aliyan û saziyên fermiyên Herêma Kurdistanê da dibê, bi awayek mafên Herêmê têda parastî bê û hemû alî jî beşdariyeke çalak li dirustkirina biryarên hevbeş da hebê.

Civîn piştrastiyê dide gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve ku li her guftûgo û rêkeftinek da, mafên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê pêşîneya bingeha neguheriya hemûyan dibe.

 

Back to top button