Serokê Kurdistanê li Davos di derbarê Iraqê de axivî

Li berdewamiya çalakiyên li Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Davos de, êvariya îro pênçşem 23/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî li hevpeyvîneke bi navnîşana “Rojhilata Navîna Nearam” kir ku têda xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekretera Giştiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, birêzan Dr Fuad Husên Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Aboriya Iraqê û Adil Al Cubeyr Wezîrê Karubarê Derveyê Erebîstana Suudiye beşdar bûn.

Têda behsa encamên demdirêj ya aloziyên berdewamiyên Rojhilata Navîn wekî çavkaniya tirs û dilgiraniya mezina cîhanî û navçeyî hate kirin û tîşk xistin li ser bandora stratejiya qeyrana niha li ser aştî û aramiya li Kendav, Iraq û Sûriye.

Di derbarê rûdan û pêşhatên Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: Dû, sê tişt heye girînge bizanîn: Yekem, di derbarê ewê niha li Iraqê de pêktê, em behsa nifşek dikîn ku temenê wan li navbera panzdeh sal heta bîst û sê sale. Ne Saddam li bîra wane, ne Amerîka jî, eve nifşeke daxwaza jiyanekî baştir dike li Iraqê da, xwe li gel cihên din beramberî dike. Pêwîstî bi seferkirinê jî nîne, dikarê her li ser înternet û sosyal medya bizanê li dinyaya derve çi heye? Ev nifşa niha westiyaye ji hukimraniyeke şanzdeh – hevdeh sale ku nikarê kêmtirîn pêdivî û xizmetguzariyan ji bo wan dabîn bike. Eve wiha kiriye ev xelke biwestê. Em dibînîn proseyek heye her çar sal carek hilbijartin tê kirin û diçin hilbijartinê, lê belê li encamê da ewê derdikevê ewe nîne ku ev nifş hêviyê ji bo wan dixwazê.

Li Herêma Kurdistanê em nikarîn xwe cûda bikîn ewê heta niha li Iraqê de pêktê, em beşekin ji vî welatî. Bêguman ewê li wir rû dide, bandora wê li ser rewşa me jî heye. Ewê niha girînge em hemû bizanîn, Iraqa berê cotmehê gelek cûdaye li Iraqa piştî cotmehê, gelek gelek jî girînge siyasetmedarên Iraqê ewe têbigihin ku gelê Iraqê carekî din qebûl nake rewş vegerê berî yekê cotmehê.

Gelê Iraqê hêjayî jiyanekî baştirin û ez bawerim bi wan xwepêşandanên ku kirine peyama xwe bi desthilatdarên Iraqê gihandine. Divê em hest bi berpirsiyariyê bikîn. Ewê min pê gelek seyre, heta niha jî behsa ewe tê kirin ku welatên derekî dest li xwepêşandanên Iraqê da heye. Bila em bibêjîn li sedî heftih xetayê xelkê dine û destêwerdana derekiye, lê belê sîh ji sedê divê em bi xwe wekî Iraqî rûnîn bîra ewe bikîn kêmasî li kû bûn û hewl bidîn ewan rast bikîn.

Rola Herêma Kurdistanê roleke ku hemû hewl ji bo eweye rewş aram bibê, hewlên me jî li gel Bexda berdewame bo ku bikarîn pêkve rêyek peydabikîn ji bo wê yekê ku ji wan kêşeyan derbikevîn.

Li beşekî din da rêzdar got: Bila ji wê pirsiyarê ve destpêbikîn: Ji bo çi hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê hene? Hatina hêzên Amerîka li ser daxwaza Iraqê bû, dema sala 2014 ku Da’îş li Firokxaneya Bexdayê nêzîk bû, Hikûmeta Iraqê li rêya Encumena Asayîşa Navdewletî ve daxwaza yarmetiyê kir. Ew hêz heta niha li Iraqê mane û yarmetiya hêzên Iraqê didin bi Pêşmerge ve jî erkê wan rûn û eşkereye ku hevkarîkirina hêzên Iraqiyan û meşqpêkirina wane li şerê dijî Da’îş da, heta niha jî eve berdewame.

Bi nêrîna me ewê li Parlemena Iraqê hate encamdan karekî dirust nebû, carê dû pêkhatên serekî li Iraqê ku Sunne û Kurdin, her dû alî jî bi tu awayekî piştgîriyê li wê hengavê nekirine. Bi nêrîna me Iraq pêwîstî bi yarmetiya navdewletî û Amerîka heye, ji ber ku pirsa Da’îş û serhildana terorîzm li Iraqê pirsekî gelek ciddiye û em bawerin ev armanc bi bêyî yarmetiya civaka navdewletî û li ser rûyê hemûyan ve Amerîka pêknayê û pêwîste hêzên Amerîka li Iraqê da bimînin.

Ewê ku cenabê Serok Wezîrê Iraqê daxwaz dike dest bi danustandinek bê kirin, ez bawerim ewe gelek asayiye carekî din hevdîtin bêne encamdan û awayê karkirina zêdetir li navbera hêzên Iraqê û hêzên Hevpeymanan da bê rêkxistin, lê belê pirsa prensîpa mayina wan, ez bawerim mayina wan pêwîste.

Pirsa Sûriye pirsekî gelek aloze û ewê li Sûriye rû dide li encama siyasetekî çend saleye ku bi şaş hatiye. Dema rûdanên Sûriye destpêkir dû bere hebû, bereyek ji wan gelek rûn bû ku yarmetiya Beşar Esed didan û li Rûsya û Îran pêkhatibû û bi ciddî yarmetiya Sûriye didin. Bereyekî din hebû ew jî welatên Ewrûpî û her wiha Amerîka jî ku ne stratejî ne nêrîna wan hebû, rojek hêla sor û rojek hêla şîn bû, wate kes tênedigihişt ku çi têkirin. Ji bo wê yekê heta niha jî kêşeya Sûriye her wiha berdewame, hîç rûniyek nîne gelo bi çi awayekê muamele li gel pirsa Sûriyê da bê kirin. Nêrîna me eweye ku yarmetiya birayên xwe Kurdên Sûriye didîn heta bigihin çareseriyeke siyasî li çarçêweya cografiya Sûriyê de.

Rêzdar li bersîva pirsiyarek da di derbarê rewşa Iraqê got: Ez bawerim kêşeya mezin li Iraqê eweye ku “vala” wiha besteyî ji bo welatek nîne jêre bêgotin Iraq, dibînîn li Iraqê da Sunne, Şîî, Turkmen û Mesîhî hene, ji xwe Swîsre jî bi heman awayî ye, wate evan Swîsrîne, lê belê li aliyek xelkek bi Almanî û xelkekî din bi Fransî û zimanên din dipeyvin, ku hemû jî girêdayî welatekin ku têda dijîn. Ez bawerim pirs eweye ku girêdayî nîne, em divê rastiyê bibînîn, divê formulek ji bo wî welatî peydabikîn û bizanîn çawa hemû pêkve bikarîn li welatek da bijîn ku jêre têgotin Iraq. Divê Iraq bingeha komkirina me hemû aliyek bê, em civakek gelek cûdane, lê belê ez bawerim xweşikiya Iraqê li wê yekê daye ku me Kurd heye, Ereb heye, Mesîhî heye, Turkmen, Êzdî û Saîbe û hwd heye, me evan hemûyan heye. Divê em hemû ji bo xwe tiştek peydabikîn ku bikarîn li ser rêkbikevîn, ez bawerim Iraq wê tiştê divêt.

Wekî Kurd em dixwazîn kêşeyên xwe li çarçêweya Iraqê da çareser bikîn, lê belê pirsiyar eweye eger li Bexda bi çavekî din temaşa van pêkhatan bêkirin, bêguman kêşe dirust dibê, kêşe li Iraqê li ser çi dirust bûye? Sala 2012 û 2013 ewê ku li Fellûce rû da û xwepêşandan destpêkir, ew tenê daxwaza hinek xizmetguzariyan dikir, lê belê ji ber ku hatin piştguh xistin, li encamê da bû sedema wê yekê ku Da’îş dirust bibê. Ev pêkhat divê bi xwe li proseya siyasiya Iraqê da bibînin bo ku em hemû bikarîn li ser ewe rêkbikevîn, li ser Iraqê rêkbikevîn. Di derbarê wê yekê jî ku xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekretera Giştiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê behs kir, dixwazim bibêjim: Nêrîna me niha jî wiha ye ku Iraq pêwîstî bi hêzên Amerîka heye, neku tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belku ji bo hemû Iraqê, lê belê li dawiyê da em beşekîn li Iraqê.

 

Nerîna min :