Nivîsar

Serokê Kurdistanê li Bexdayê çi kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir. Piştî hukumeta nû ya Iraqê hatî hilbijartin ev cara yekeme serokê Kurdistanê serdana Bexdayê dike. Gelek cara problem di navbera Bexdayê û Hewlêr de rû didin tehdîda Bexdayê ya herî mezin ewe ku miaşên karmenda ji bo Kurdistanê rênake. Dema karmend miaşê xwe wernagirin yan jî çend mehan carekî ew jî bi derengî werdigirin bivê nevê di nava xelkê de nexweşîyek peyda dibe. Her weha hinek alîyên siyasî hewldidin ku feydê ji vê yekê bibînin tevlîheviyan di nava civakê de peyda bikin.

Tê zanîn ku ji berî demekî bi vê mebestê hinek xwepêşandan jî çêbûn ku armanca hêzên paşwan têkdana rewşa aram a Kurdistanê bû.

Ji aliyek din li himber Bexdayê siyaseta hinek aliyan ku pro Iraqîye destê desthilata Kurdistanê gelek caran li himber Bexdayê aloz dike. Serokê herêma Kurdistanê cardin di demek ku Bexda berpirsiyariyn xwe yên qanûnî pêknayne de ev serdan pêkanî. Nêçîrvan Barzanî li gel hemû berpirsên Iraqê civiya û herweha li gel hinek partiyan jî hevdîtin pêkanîn.  Bê guman bi serdana serokê herêma Kurdistanê Bexda dê hinek gava şûnde bavê je û dê helwesta aliyên Kurdistanî yên pro Iraqî jî aloz bike.

Gelek girînge ge hevhewldanên Nerçîrvan Barzanî ji aliyê kurdan ve betê têgihandin. Nêçîrvan Barzanî yekrêziya Kurda li Kurdistanê pêktînê û serdana Bexda dike, rêya îtiraz kirinê ji aliyên nexêrxaz re nahile. Di rastiya xwe de barek gelek giran li ser milê Nêçîrvan Barzanî heye ,lê ew bi zanebûna tevgera ku dike gelek cara vî barî sivik dike.

Nêçîrvan Barzanî serokê Kurdistanê li Bexdayê çi kir? Berê xwe bidin tevgera ku li Bexdayê kirî de ku baştir hewldanîn serokê Kurdistanê bê fam kirin. Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdistanê şanseke.

SERDANA DÎROKÎ:

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel her sê serokayetî û serkirde û aliyên Iraqiyan, kêşe û berpirsiyariyetiyên xwe yên hevbeş ya ji bo hemû Iraqiyan da zanîn û got: Me hemûyan yek çarenivîs heye û kêşeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê kêşeya hemû Iraqiyane. Dûpat jî kir ku piştî ezmûna tehl ya çendîn salan girift û kêşeyên di navbera her dû aliyan, êdî divê neçîn ser berê, ji ber kû niha dema eweye bigihîne têgihiştineke hevbeş û bi rêkkeftineke giştgîr cihê rizamendiya her dû aliyan ku aramî, dadperwerî û pêşketina ji bo niha û paşeroja me ya hevbeş dabîn bike, kêşeyan bi yekcarî çareser bikîn.

Rêzdar rewş û gefan bi dijwar da zanîn û got: Dikarîn qeyranan bikîn derfet û bi hevkarî û pêkve kar kirinê rûbirûyê dijwarî û qeyranên niha yên welat berpirsiyariya hevbeş ya me hemuyane û berdewamiya kêşeyan li berjewendiya tu aliyek da nîne, em hemû pêkve bi hevkariyê dikarîn bigihîn têgihiştineke hevbeş û li ser awayeke birêvebirineke baştir ya welat heta xizmeta bi hemû welatiyan bê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê amadeye tevahiya kêşe û dosyeyên helawestiyên li gel Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û bi berçavgirtina sîstema federalî û maf û erkan û ewlewiyeta rewşa niha ya jiyan û debara welatiyan çareser bike. Rola serkirde û hêz û aliyên siyasiyên Iraqê jî ji bo piştgîriya li guftûgo û çareserî û gihîştina rêkkeftinê bi girîng û pêwîst û erkê hemuyan zanî.

Ji aliyê xwe ve serkirde û aliyên Iraqiyan ji bilî piştgirîkirina li nêrînên Serok Nêçîrvan Barzanî, serdana li vê dem û rewşê da bi peyameke erênî û hengaveke dirust ya Herêma Kurdistanê beramber Bexda û xemxurî û ciddiyeta ji bo çareserkirina kêşeyan dane zanîn û xweşhaliya xwe bi amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo guftûgo û çareserkirina tevahiya kêşeyan û gihîştina rêkkeftinek li gel Hikûmeta Federal derbirîn.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî ku doh li yekem roja serdana xwe ya Bexdayê bi amadebûna birêzan Cîgirên Serok li gel her yek ji birêzan Serok Wezîr, Serok Komar, Serokê Encumena Nûneran û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya, îro yekşem 21.06.2020 li berdewamiya serdana xwe da li gel birêzan Emar El Hekîm, Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî, Hadî El Amirî Serokê Lîsta Fetih, Nûrî El Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û birêzan li Desteya Siyasiya Tevgera Sedir civiya.

Li civînan da peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê û hewl û guftûgoyên çareserkirina kêşeyên di navbera wan, rewşa niha ya welat û destbikarbûna Hikûmeta nû ya Federal, qeyrana darayî û encamên pejika virusa Korona, metirsiyên terorê û berfirehbûna tevger û êrîşên Da’îş li Iraqê, girîngiya hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş, rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, parastina serwerî û tixûbên welat û rêdana peywendiyên li gel welatên cîran, navçe û cîhanê li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiya hevbeş, hatin guftûgo kirin.


Nûçe/Analîz
Rojevakurd
Back to top button