Serokê Kurdistanê: Dikarîn bi guftûgoyê li gel Bexda kêşeyan çareser bikîn

Berî nîvroya îro yekşem 15/11/2020 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, civîna her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê ya di derbarê pêşketin û derbaskirina yasaya qerz ya ji bo pirkirina kurtanîna budçeyê li Encumena Nûnerên Iraqê hatibû saz kirin. Piştî civîna sê Serokayetiyan civîneke rojnamevaniyê ji bo birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hate rêkxistin.

Di destpêka civîna rojnamevaniyê de rêzdar behsa naveroka civînê kir û got: “Îro li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, civîna her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû. Civîn zêdetir ji bo wê yasayê bû ku li Parlemena Iraqê di derbarê wergirtina qerz hatiye pesend kirin. Ev yasaye ku bi vî awayî derketiye, bi awayeke giştî cihê dilgiraniyeke ciddî ya Herêma Kurdistanê ye, sedema wê jî gelek rûn û zelale, ji ber ku awayê derbirîna zimanê wê yasayê, awayeke sizadane, sizadana welatiyan û mûçexorên Herêma Kurdistanê ye, bi dilgiraniyeke zêde ve temaşa wê pêşhatê dikîn û bi pêşhateke metirsîdara li Iraqê bi nav dikîn. Pirsiyara girîng ji bo hemû aliyên siyasiyên Iraqê eweye, gelo Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê yan na? pirsiyara duyem eweye gelo mûçexorên Herêma Kurdistanê beşekin ji mûçexorên hemû Iraqê yan na? Bêguman eger van pirsiyaran ji Bexdayê bikin dibêjin, belê ev yasaya ku derketiye û bi wê awayê ku dengan ji bo wê daye, bi temamî berevajiya wan hemû prensîpane ku li sala 2002 ve me Iraqa nû li ser avakiriye, eve dijî prensîpê pêkvejiyan, hevsengî‌ û hevbeşiye, ev bingehên serekî bûn ku me Iraqa nû li sala 2003 li ser avakir. Kêşeyên Iraqê bi wê yekê çareser nabê ku îro aliyek yan çend aliyek li Iraqê hêza wan heye û dikarin yasayek bisepênin, kêşeyên Iraqê gelek ji wê kûrtirin. Nizanim çawa hêzên siyasiyên Iraqê wiha hizir dikin ku serkeftinê bi dest ve anîne, bi ‌raya min li vê demê de mezintirîn şikesta xwe ya li birêvebirina vî welatî da selmandine”.

Li beşeke dinê gotara xwe de rêzdar ragihand “Bi piştgûhxistina pêgehekî serekî ya ji pêkhatên Iraqê ku ew jî Kurdistaniyên Herêma Kurdistanê ne bi hemû pêkhatên xwe ve çi Kurd, Turkmen û Mesîhî û hemû pêkhatên din, ewê li Parlemena Iraqê hate encam dan piştgûhxistina wan hemû prensîpan bû ku ev hevbeşî û ev Iraqa li ser hatiye avakirin. Em gelek gelek dilgiranîn, dilgiranîn ji hêzên siyasiyên Iraqê û em bawer nakîn bi tu awayekê eve destkeft bê ji bo wan, belkû mezintirîn şikesta birêvebirina vî welatiye ku jêre Iraq têgotin. Eger ew maf bi xwe bidin hêja û mafên mûçexorên Herêma Kurdistanê bibrin bi vî awayî û bi vî zimanê gelek tunde ku yasayê pê derxistine, pirsiyareke ji bo hemû hêzên siyasiyên Iraqiyan eweye çawa welatiyên Herêma Kurdistanê xwe bi beşek ji vî welatî bizanin? çawa wiha bîr bikin ku ew beşekin ji vî welatî û mafê wane! Em li wê yekê têdigihin ku mafê me heye û li gel wê yekê da erkê me jî heye, Herêma Kurdistanê bi tu awayekê ji berpirsiyariyê xwe nade aliyekê, Herêma Kurdistanê amadeye berpirsiyariya xwe beramber Iraqê bi cîh bike. Eve beşeke ji wê tişta ku rûda û cihê dilgiraniya meye. Pirsiyar tê kirin, ev yasa ji ber ewe derketiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosya neft li gel Bexda rêkneketiye? Bila ez bersîva vê pirsiyarê bidim ku eve bi tu awayekê neraste! Kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî li hemû civînan da, çi Serok Wezîr, çi Cîgirê Serok Wezîr û çi bende her me hemûyan me ewe dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê amadeye li ser dosyeya neft li gel Bexda bi ‌tevahî rêkbikevê û çend carek jî me bi Hikûmeta Federalî gotiye em amadene. Hikûmeta Federal li Bexda li gel Herêma Kurdistanê rêkeftin (320) milyar dînar bidin bi Herêma Kurdistanê ku beşeke gelek kême ji hêjayiyên darayiyên Herêma Kurdistanê, lê belê me pesend kiriye, rêkeftîn ku bi vî awayî berdewam dibê heta dawiya salê û li dawiya salê da jî eve li yasaya budçeya sala 2021 ewê ku pêwîste di derbarê neft û şandina wê ya li rêya kompanya Somo ve û hêjayiyên darayiyên Herêma Kurdistanê, em amadene li gel Bexdayê rêkeftinê li ser bikîn, lê belê ewê ku rûda ji bo me pêşbînînekiriyeke gelek mezin bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî amade bûye li ser dosyeya neft li gel Bexda rêkbikevê û her bi destpêşxerê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê ku daxwaza rûniştineke Parlemen kiriye li yek dû rojên pêş da, wan hemû rastiyan ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û xelkê Iraqê behs dikîn ku çawa li gel Bexda rêkeftibûyîn li ser vê dosyeyê û hemû jimareyan jî dixîne rû û ew hemû tişt jî bi nivîskî jî heye û li Parlemen pêşkêş dikîn û rastiyan ji bo xelkê Kurdistanê û Iraqê jî behs dikîn”.

Her li berdewamiya gotara xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir “Niha jî peyama me ji bo hêzên siyasiyên Iraqê eweye ku Herêma Kurdistanê amadeye rêkeftinê li gel Bexdayê encam bide li ser pirsa neft û hemû pirsên din, ji ber ku pirsgirêk tenê neft nîne, kêşeyên me gelek ciddîne li Iraqê û bi bêyî çareseriya wan kêşeyan ne mumkîne Iraq bikarê aramiya xwe biparêzê. Ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê amadeye, her li vê çarçêweyê da jî ez bi xwe wekî Serokê Herêmê daxwaz dikim ku Neteweyên Yekgirtî li vî derbarî de rolek bibîne. Ji ber ku em bawerin ew dikarin rolek bibînin heta çareseriyê ji bo kêşeyên Hewlêr – Bexdayê peydabikin. Ewê dixwazim bibêjim eweye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ewlewiyeta xwe heye, ew jî eweye bikarê mûçeyê mûçexorên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Em hemû aliyek ji Serokayetiya Herêmê, Parlemen û Hikûmetê pêzanîn û spasiyên taybet ji bo xweragiriya welatiyan û mûçexorên Herêma Kurdistanê heye ku ew li vê rewşa nexweş da li rewşa Herêma Kurdistanê têdigihin û berevaniyê dikin, lê belê em we piştrast dikîn Serokayetiya Herêm û Parlemen û Hikûmet yekem û duyem û sêyem ewlewiyeta me her eweye bikarîn vê pirsê çareser bikîn û ez piştrastim dikarîn bi guftûgoyê van pirsan li gel Bexda çareser bikîn”.

Paşê li bersîva rojnamevanan da di derbarê wê yekê ku Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê li civînên her sê Serokayetiya Herêma Kurdistanê da beşdar bin ji ber ku ev kêşeya niha li gel Bexda yasayiye, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir “Me çi astengiyek nîne her aliyek li guftûgoyên Herêm – Bexdayê de beşdar bê. Bêguman şandeke Herêmê li ser van babetan diçê Bexdayê û hewl didin çareseriyek ji bo van kêşeyan peydabikin, babet eweye pêwîste Bexda pêgiriyên xwe yên beramber bi mûçexorên Herêma Kurdistanê bi cîh bike. Îro li Iraqê dest bi dabeşkirina du mûçeyan hatiye kirin, eger Hikûmeta Iraqê mûçexorên Herêma Kurdistanê bi beşek ji mûçexorên Iraqê dizanê, rewa nîne girîngiyê bi vê kêşeyê nede. Bêguman pêwîste ev kêşe li gel Bexda bêne çareser kirin û divê Bexda bi zûtirîn dem li ser vê pirsê rawestê û hêjayiyên darayiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike heta ku Herêma Kurdistanê jî bikarê dest bi dabeşkirina mûçeyê bike”.

Di derbarê rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Me herdem hewal daye bi hevdû têgihiştin û diyalogê li gel Bexdayê çareser bikîn, bêguman spasî destpêşxeriya Serok Wezîrê Iraqê birêz Mistefa Kazimî dikîn li pirsa rêkeftina Şingalê, em wiha bawer bûn ew rêkeftin destpêkirineke başe ji bo çareserkirina kêşeyên wan hemû navçeyên li Kerkûk û cihên din. Demeke gelek zelal û rûne, gelo mebesta me hemû aliyekê aramiye li Iraqê da? eger em hemû li ser vê prensîpê rêkbikevîn, pêwîste bi guftûgo van tiştan çareser bikîn, rêkeftina Şingalê li encama guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê pêkhat û em bawerin û niha jî li wê baweriyê dayîn rêkeftineke başe û bi hemû pêkhatên xwe ve xizmeta Iraqê dike. Ji bo wê yekê dûpat dikîn ku pêwîste ev rêkeftin bê bi cîh kirin û hêvîdarîn bikarîn bigihîn bi rêkeftineke bi wî awayî ku ji bo wan hemû navçeyên nakokî li sere”.

Her wiha di derbarê bijardeyên Herêma Kurdistanê beramber vê biryara Parlemena Iraqê û hemahengiya Herêma Kurdistanê li gel birêz Serok Komarê Iraqê ya li vî derbarî de, Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand “Li gel cenabê Serok Komarê Iraqê berdewam li ser hêlîn, lê belê ev yasa bi awayek derketiye ku pêwîstî bi wajo û pesendkirina Serok Komar nake. Bijardeya me li ser vê babetê û guftûgoyê û li ser vê bijardeyê jî berdewam dibîn û hewleke xwe yê ciddî didîn ku bikarîn bigihîn bi rêkeftinê”

Di derbarê wê yekê ku têgotin rêkeftina pencih saliya Herêma Kurdistanê ya li gel Tirkiye û her wiha rêkeftina li gel kompanya Ross Neft rêgirin li ber rêkeftina Hewlêr – Bexdayê, rêzdar eşkere kir “Ne rêkeftina pencih saliya li gel Tirkiye û ne rêkeftina li gel Ross Neft ne rêgirin li çareserkirina dosyeya nefta Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê. Wekî min behs kir Bexda xwe ji vê civîna li gel şanda Herêma Kurdistanê encam daye, daxwaz kiriye ev babet carê wekî xwe bimîne, Bexda bi Herêma Kurdistanê gutiye nefta xwe bi xwe û êwe hûn dişînin û li vê qonaxa nû da em naçîn nava wê babetê, nexwe Herêma Kurdistanê her amade buye vê karê bike û hîç peywendiyekê bi rêkeftina li gel Ross Neft û rêkeftina pencih saliya me ya li gel Tirkiye nîne! Herêma Kurdistanê her li roja yekem ve gotiye ku dixwazê vê pirsê li gel Iraqê bi guftûgo çareser bike û ewê li vê dawiyê jî rûda, biryar wiha bû ew rêkeftina me heta dawiya salê berdewam bê û li budçeya sala 2021 ewê em rêkeftinê li ser dikîn li gel Bexda çi babeta neft û çi şandina wê û çi babeta Somoyê, ew hemû wê demê li nav budçeya sala 2021 da bê bi cîhkirin. Me tişteke zêde nekiriye û rêkeftibûyîn, ewê babetê têkda, ew yasaya ji bo Parlemena Iraqê hate şandin ku ji bo wergirtina qerz bû ji bo mûçeyê, lê belê tişteke berevajiya wê kirin û bû bi yasaya budçeyê. Gelek mixabin hinek ji hêzên siyasiyên li nav Parlemenê nabêjim hemuyan, lê bi derfet zanîn vê babetê bikin maddeyeke ji bo dijayetîkirina xelkê Kurdistanê ku eve cihê gelek dilgiraniya me ye. Eger behsa qerzê dikin û qerz werdigrin, Herêma Kurdistanê jî beşeke ji Iraqê, mûçexorên Herêma Kurdistanê jî beşekin ji mûçexorên Iraqê. Başe ji bo çi bi wê zimanê tund behsa ewe dikin ku nabê ev yasaye hîç hêjayiyeke darayî ya Herêma Kurdistanê desteber bike? Pirsiyara ciddî ya Herêma Kurdistanê eveye, ji bo çi vê hemû zulmê li xelkê Herêma Kurdistanê dikin?! Ev yasaye dijî partiyên siyasî nîne li Kurdistanê da, ev yasaye rêk dijî welatiyên Herêma Kurdistane ku ev welatî beşekin ji Iraqê”.

Her li berdewamiya axaftina li ser vê babetê Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Iraq bi hemû pêkhatên xwe ve bi Parlemen ve, bi Hikûmetê ve, îltîzameke exlaqî beramber vê meseleyê heye. Ji xwe em behsa welateke din nakîn, em behsa welatiyek dikîn ku welatiyê vî welatiye û li vî welatê da dijî. Ev yasaye derxistine, sizadana gelê Kurdistane, gelê Kurdistanê ku beşeke ji Iraqê. Hêzên siyasî eve bi serkeftin dizanin? Bi rastî mezintirîn şikestê ji bo xwe tomar kirin! Mezintirîn kulm û zerbeyê li pêkvejiyan û li aştî û li paşeroja vî welatî dan! Xelkê Kurdistanê çawa bîr bike?! ciwaneke Kurdistanê îro çawa bîr dike?! Dibêje eweye ew Iraqa em bi hêvî bûyîn li gel wan da bijîn? Eveye ew Iraqe me hemûyan li sala 2003 ve hatîn û me biryarê da têda bijîn?!. Iraqa nû me hemûyan pêkve damezrandiye, ewe nebuye kes xêrê li me bike û wan hêjayî û mafên me yên em ji Iraqê werdigrîn mafê Herêma Kurdistanê û welatiyên Herêma Kurdistanê ye, gelek baş dizanîn eger biryar eweye her yasayek li Parlemena Iraqê bi zorîne û kemîne derbas bibê, eşkereye em kemîneyîn! lê belê gelo ew Iraqa me daniye pêkve bîn, li ser vê bingehê bû ku bi vî awayî kemîne û zorîne reftarê li gel pêkhatên Herêma Kurdistanê bikin bi Kurd û Turkmen û Mesîhî û hemû pêkhatên din ve? Nexêr, em wiha tênegihîştîn, ji ber wê niha jî daxwaz ji hêzên siyasiyên Iraqê li her hemûyan dikim, daxwaza min eweye gelek bi ciddî li ser vê meseleyê reftarê dikîn. Dikarîn çareseriyeke ji bo vê yasayê peydabikîn. Lê belê reftarên li ser vê meseleyê, eger hemû aliyek me xema pêkvejiyanê û xema aştî û tebayî hebê li Iraqê da, divê gelek bi ciddî bê”.

Di derbarê wergirtina qerza ji bankeyên cîhanî ji bo pêdana mûçeyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Siyaseta nextîne li destê Bexdayê daye û nikarîn yek aliyane qerz bikîn, eger me karibûya yek aliyane qerz bikîn, ji bo dabînkirina mûçeyê me ewe jî dikir, lê belê li gor yasayên Iraqê bi bêyî rizamendiya Bexda, Herêm nikarê biçê qerz ji bankeyên cîhanî werbigrê, mixabin ewe yek ji wan kêşeyane ku me heye, wekî diyare jî gelek mixabin, Bexda hez bi tu berpirsiyariyetiyeke beramber bi Herêma Kurdistanê nake”.

Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê berpirsiyariya beramber mûçexoran û xelkê Kurdistanê dûpat kir “Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hest bi berpirsiyariyê dike beramber bi mûçexoran û eve jî neveşartiye û hemû hewlek jî eweye mûçeya mûçexorên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Li Herêm kêşeyekî serekî heye, ew jî eweye rêjeya mûçexorên Herêmê gelek li serveye. Her tişteke bûbe sedem, her li kabîneya duyema Hikûmeta Herêmê heta niha bi vî awayî hatiye. Eve xaleke cewheriye ku divê em bi xwe çareser bikîn, lê belê pirsiyar eweye gelo wekî welatî ku li vî welatî dijîn, gelo Iraq îltîzama wê nîne beramber bi mûçexorên Herêmê? Divê bi pileya yekem Bexda hest bi wê berpirsiyariyê bike”.

Li bersîva pirsiyarek da di derbarê helwesta kutleyên Fetih û Saîrûn li Encumena Nûneran, rêzdar bi dûr zanî helwesta wan dijî Kurdistanê bê. Li vî derbarî de got: Ez bawer nakim dijî Kurd bin û hêvîdarim wiha jî nebê, ji ber ku ewe li berjewendiya wan û Iraqê da jî nîne”.

Li berdewamiya civîna rojnamevaniyê da, di derbarê rola Herêma Kurdistanê ya li palpiştîkirina Serok Wezîrê Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Helwesta cenabê Serok Wezîr li vê meseleyê da helwestek buye ku cihê spas û pêzanîne ji bo me. Ewî yasayê bi vî awayî neşandibû Parlemen, yasa bi awayeke din şandibû. Ewê em gileyiyê lêdikîn, hêzên siyasiyên nav Parlemena Iraqê ne. Li meseleya wê yasayê da dixwazim spasî Parlementerên Kurdistanê bikim, ewên ku li Parlemena Iraqê ne û bi awayeke giştî, ji bilî wan nakokiyên siyasî li nav wan da hebuye, berevaniyê li Herêma Kurdistanê kirine û bi giştî dengan de amade nebûn beşdariyê li wê civînê de bikin, eve jî cihê pêzanîne”.

Li bersîva pirsiyarek da li ser plana paşerojê ya Herêma Kurdistanê ji bo karkirina li gel Hikûmeta Federal li Bexda ji bo sala bê çiye? birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Biryare şandeke Hikûmeta Herêmê serdana Bexda bike û li gel Hikûmeta Federal bicive û hewl bidin vê kêşeyê bi guftûgoyê çareser bikin”.

Di derbarê nêrîna hejmarek ji Parlementerên Kurdistanê bi wê yekê ku eger Herêma Kurdistanê nefta xwe radestî Bexda bike, hîç giriftek namîne, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir: “Herêma Kurdistanê hîç kêşeyekî li ser meseleya radestkirina neftê bi Bexdayê nîne, berê jî nebuye, eve bi nivîsîn birêz Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê îmza kiriye û ji bo Bexdayê şandiye ku em amadene neft radest bikîn. Hez dikim welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast bikim ku eve neraste û berevajiya wê raste. Li gel Hikûmeta Federal rêkeftina me hebuye ku van hêjayiyên darayiyan bi Herêma Kurdistanê didin heta dawiya îsal, dawiya îsal rêkeftineke nû dikin li ser meseleya neft û budce û navçeyên kêşe li ser, em rêkeftibûn, eve jî hemû bi nivîskî me heye. Li rojên paşerojê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê destpêşxeriya ku kiriye li Parlemen, wan hemûyan nîşana Parlementeran û xelkê Herêma Kurdistanê dide. Dixwazim we piştrast bikim me hîç kêşe li ser ewe nîne, sibê em amadene ewe bi cîh bikîn, peyama me jî ji bo Bexda her wiha bûye, li berê jî wiha buye, piştî vê yasayê me tiştekê nû nîne, ji ber ku berê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo vê babetê derbiriye”.

Di derbarê niyeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser gihîştina bi rêkeftina li gel Bexdayê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê vê babetê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegerand û got: “Ewe karê Hikûmeta Herême ye ji bo encamdana guftûgo û gihîştina bi rêkeftinê. Herêma Kurdistanê amadeye bi hemû awayekê li ser kêşeyên li gel Bexda rêkeftinê bike. Li ser budce, navçeyên kêşe li ser, Pêşmerge û hemû tiştên din, nêrîna me jî rûn û zelale. Em bawerin eger bixwazin aramî û asayîş li Iraqê hebê, pêwîste bi ciddî li ser masa guftûgoyê van kêşeyan çareser bikîn. Dema ewe hatiye Bexda bîr li awayê muameleya xwe ya li gel Herêma Kurdistanê bike. Heta niha reftar û helsukeftên Bexda li gel Herêma Kurdistanê sîstemeke federalî nîne, heta niha jî bîrkirineke merkeziye ku pêwîste hemû tişt li Bexdayê bê kontrol kirin, cewhera kêşeyê li vir daye. Sala 2003 em bi dilê xwe vegeriyayîn Bexdayê, Kurdistan pêş sala 2003 raste Endamê Neteweyên Yekgirtî nebû, lê belê hemû tiştekê men cûda bû, ew hatin bi me gotin Iraqeke nûye, Iraqeke federaliye, Amerîka hat, Brîtanya hat, li gel hêzên Iraqê rêkeftîn ku biçîn pêkve vê Iraqê dabimezrênîn. Hevdeh sal piştî wê gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve pirsiyarê li xwe dikin, erê me sîstema federalî li vî welatî de heye? Bersîva wê gelek rûne, nîne!. Ewê niha me li Iraqê heye ne federalî ye, merkeziyeteke bihêze ku dixwaze hemû tiştekê ji Bexdayê kontrol bike. Me beşdariyê li Iraqa nû da kir, lê belê ev hêzên siyasî li hemû tiştekê paşvekêşiyê kirine û peşîman bûne. Eveye îro kêşeya Herêma Kurdistanê. Ez niha wekî Serokê Herêmê û wekî wê berpirsiyariya min heye ji we re bibêjim, nizanim paşeroja nifşên piştî me çawa dibê li vî welatî da?! Ji ber ku heta niha bi rewalet sîstemeke federalîne, lê belê li naverokê da ne federalî ye, li naverok da heta niha em bi hevre rûneniştine bi ciddî hizra ewe bikîn awayekê peyda bikîn ku çawa pêkve bikarîn li cografya Iraqê da pêkve bijîn û hevdû qebûl bikîn, herdem bi zorîne û kemîneye. Îro gelek mixabin hinek hêzên siyasî li Iraqê da wiha bawerin ku birastî serkeftineke mezin bi dest ve anîne ku vê yasayê li Parlemen dijî xelkê Herêma Kurdistanê derbaskirine! eve ne serkeftine? dîsa dibêjim eve mezintirîn şikeste ji bo her çî siyasî ye ku li Iraqê da wiha bawere dikarê wiha vî welatî birêve bibe. Ewê ji aliyê me ve girînge eweye ev cûre eqlîyete divê biguhere. Herêma Kurdistanê hem berpirsiyariya xwe heye, hem erkê xwe heye û hem jî mafên xwe heye, ji bo hemû Iraqê hest bi wan erk û mafan jî dikîn”.

Rêzdar dûpat kir “Em li gel Bexdayê rêkeftibûyîn li ser wê rêkeftina ku me hebû heta dawiya salê biçe, behsa neftê me nekiriye û hemû dokument jî li Parlemen ji bo hemû aliyek dixine rû. Herêma Kurdistanê yek binpêkirinê nekiriye, Herêma Kurdistanê her çi erkê wî hebûye bi cîh kiriye, ewe jî ku behs dikim bi rêkeftin li gel Bexda rêkeftibûn heta dawiya salê bi vî awayî biçe û dawiya salê rûnîn, ji ber ku babet ewe nîne tû neftê radest dikî. Êdî pirsên din? li wan salên Hikûmeta Iraqê budceya Herêmê biriye, em neçar bûyîn me hinek qerz ji kompanyayan kiriye bo ku hêjayiyên darayiyên Herêma Kurdistanê dabîn bikîn, komek îltîzamat heye. Ev dosyeye her ewe nîne neft radest bikîn. Ez niha bi vekirî dibêjim eger Iraq amadeye mehane nehsed milyar dînar bide Herêma Kurdistanê, em amadene fermo hemû neftê bidin, lê belê eve divê rûniştinek bê kirin û axaftinê li ser bikîn û li hevdû têbigihîn. Dizanîn axaftina Bexdayê çawaye? (Mafê me bidin û mafê te jî xwedê kerîme). Ê xwedê her kerîme, lê belê nabê her bi vî awayî bê, eve zimaneke nediruste ji bo axaftina li gel hevdû. Fermo kerem bikin rûnin. Gelo Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê amadeye van kêşeyan bi guftûgo çareser bike? bi piştrastiyê ve heye”.

Wekî bersîvek jî ji bo hinek ji Parlementerên Kurdistanê ku dibêjin Hikûmeta Herêmê bi gumrik û dahatên neneftî dikarê mûçeya fermanberan dabîn bike. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Eger ew rast dibêjin, ez amademe, kerem bikin bila bên cihên me werbigrin bila bizanîn dikarîn wê karê bi cîh bikin, ez hezar car memnûnê wanim. Tişteke wiha nîne, gelek cûdaye tu ji derve axaftinek bikî, lê belê ku têyî ser kursî û rûdinî û berpirsiyariyê jî werdigrî, gelek cûdaye. Tû dikarî li derve hemû tiştek bibêjî, lê belê ku tê ser rastiyê tiştan dibînî, wiha nîne! Hûn wiha bawerin ku li çi hikûmetek, hîç Serok Wezîrek, hîç Serokek li vê cîhanê de, hîç Cîgirê Serokek hez dike pere hebê û bikarê mûçe dabîn bike û neke? çawa tiştê wiha dibê? nîne! Ewê bi me têkirin her eweye, kêşe li wir daye, lê belê bi piştrastiyê ve Hikûmet hemû hewla xwe dide bo ku bikarê vê kêşeyê çareser bike”.

Nerîna min :