Polîtîk
Serokê Kurdistanê beşdariyê Korbenda Davosê de dike
Biriyare Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî korbenda abûriyê ya Davosê bike.
Serokê wê korbendê, Borg Birênda ragehand, tîmeka bihêz ji Rojhelata Navîn beşdarî dibin, di nav wan de jî Serokê Herêma Kurdistanê jî heye û behsa rêkarên hêwikirina girjîyên Rojhelata Navîn dikin.
Herweha Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Almanyayê Angel Merkl, û hejmareka din ji serok û serok wezîrên welatan jî beşdar dibin.
Korbenda abûrîya Davos di navbera 21 -24 Çileyê bi beşdariya 3000 serkirde, berpirs û bazirganan ji 118 welatên cîhanê pişikdar dibin û li Siwîsrayê birêve diçe.