Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Japonyayê kir

Îro piştî nîvro Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.

Her du alî hevfikir bûn ku aramiya siyasî û ewlekarî li Iraqê bê parastin ji bo ku hawîrdoreke guncaw ji bo sermayerazandinên biyanî û zêdetir pêşvebirina çalakiyên sektora taybet bê parastin û herwiha behsa deh kompaniyên Japonî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Her du serokan her wiha li ser bûdce, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li herêmê û mijarên din ên berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.

Back to top button