Cîhan

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê pêwendiyên xwe gotûbêj kirin

Îro piştî nîvro li Tehranê Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re civiya û di hevdîtinê de behsa pêwendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê kirin.

Her du alî tekez li ser geşepêdana peywendiyên di navbera her du welatan de kirin û behsa zemîn û derfetên zêdekirina çalakiyên bazirganî û aborî û projeyên sektorî kirin.

Di mijareke dinê hevdîtinê de rewşa siyasî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li navçeyê hate nirxandin û tekez li ser berdewamiya aramiyê hat kirin.

 كرده‌وه‌.


Balkêş e ?
Close
Back to top button