Serokê Herêma Kurdistanê (RHK) Barzanî li gel Serokomarê Iraqê civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Dr. Latif Cemal Reşîd, Serokê Komara Federal a Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin û tekez li ser giringiya parastina ewlehî û aramiyê û berdewamiya hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.
Serok got ku ew dê alîkariya bihêzkirina peywendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin û pirsgirêkan çareser bikin û dê li gel hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina arîşeyên cotkarên Herêma Kurdistanê kar bikin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser giringiya hewlên bo parastina aştî û aramiyê û derbaskirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û herwiha kurteya serdana xwe ya bo Komara Îslamî ya Îranê û peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Iran.
Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, navçe û cîhanê jî hat kirin.