Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan kir

Bi minasebeta destnîşankirina bi Mîrê Êzdiyan,  Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da pîrozbahiyê li  Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan kir ku eve jî naveroka wê ye:

Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg!
Mîrê Êzdiyan

Silav û rêz…

Bi helkefta destnîşankirina we ya wekî Mîrê Êzdiyan, bi germî pîrozbahiyê li we û hemû Êzdiyan dikim, hêviya serkeftinê li erk û berpirsiyariya we ya nû da dixwazim.

Hûn di demekê de vê erk û berpirsiyariya mezin hildigrin ku hê jî hejmareka mezina xuşk û birayên me yên Êzdî di wargehên koçberiyê da dijîn û nikarin vegerin ser cih û warên xwe. Erk û berpirsiyariya we girane û em hemû pêkve pêwîstî bi hevkariya hevdûne, da ku bikarîn hindek ji barê giranê Êzdiyan sivik bikîn.

We piştrast dikim ku wekî herdem em dê hemû hewlan bidîn da ku bi her awayekê bikarîn piştevan bîn û alîkariya xuşk û birayên xwe yên Êzdî bikîn. Hindî Êzdiyek bi tinê jî li her derekê revandî mabe, ji bo vegerandina wan çi pêwîste em dê bikîn. Her wisa dê hemû hewlan bidîn ji bo avadankirin û vegerandina jiyanê ya deverên Êzdiyan da ku bikarin bi serfiraziyê vegerin ser cih û warên xwe.

Careke din jî we yên rêzdar û hemû xuşk û birayên Êzdî û pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikîn ku Herêma Kurdistanê bo hemûyan dê her weku warê pêkvejiyanê, pir rengiyê, aştiyê û hevdu qebûlkirinê bimîne.

Dubare Mîrîtiya we pîroz be, her serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27/07/2019

Nerîna min :