Kultur

Serokê Herêma Kurdistanê peyama pîrozbahiyê ji Kurdistan TV re şand

Naveroka peyama pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Kurdistan Tv wiha ye:

Birêzan Birêveber û Encumena Kargêrî û Karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê!

Bi helkefta derbasbûna bîst û yek sal li ser destpêka kar û xebata we ya medyayî da, bi germî pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo we dixwazim.

Damezrandina Kurdistan Tv berî bîst û yek salan û li rewş û mercekî dijwar da, wekî yekem kanala asmanî ku li axa Kurdistanê ve bernameyên xwe pexş kir, werçerxan û pêşveçûnekî girîng bû li tevgera karwana ragihandina Kurdistanê da. Ji wê demê ve he‌ta îro li gihandina peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê û dirustkirina rayeleyek li gel Kurdistaniyên derveyê welat û li xizmetkirina kultûr û ziman û hunera Kurdistanî, hev milê hemû kanalên medyayiyên dinê Kurdistanê, rolekî berçav dîtiye û dibîne, herdem jî hewldaye rastgoyane û hevsengane û pîşeyiyane muamele bike. Ji bo wê yekê berdewam seng û rêza xwe wekî medyayekî berpirsiyar û niştimanî parastiye.

Li vê salvegera pîroz da, hêvîdarim ev dezgeha dêrîn her li geşbûn û pêşketinê da bê û hev milê dezgeh û kanal û saziyên medyayiyên dinê Kurdistanê pêkve xizmetê bi peyama tebayî û yekrêzî û berjewendiyên bilindê Kurdistaniyan bikin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
17.01.2020

Back to top button