PolîtîkRojev

Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya serokê parlementoya Urdinê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Urdinê  Ebdulmunim El-Odat û şanda pê re kir.

Di civînê de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, cîgirên Serokê Parlamentoyê, cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîra Karûbara Parlemantoyê û Balyozê Urdinê li Iraqê amade bûn, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê û çawaniya pêşvebirina wan hatin guftûgokirin û her du aliyan ew pêwendî bi dîrokî bi nav kirin.

Şanda Urdinê berdewamiya piştevaniya Şahê Urdinê Şah Ebdulla bo Herêma Kurdistanê tekez kir û rêz û pêzanîna wî bo rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û şikandina DAIŞê dubare kir û bi girîngî behsa rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li ser asta Iraq û navçeyê ji bo parastina hevsengî û aramiyê kir.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê bo piştevaniya berdewam a Şah Ebdulla û Urdinê çi di serdemên dijwar ên borî de û çi yên niha yên Herêma Kurdistanê dubare kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de ligel Urdinê nîşan da.

Rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên dahatî yên Iraqê, metirsiyên terorê, rûbirûbûna DAIŞê, pandemiya Koronayê û ziyanên wê, derfetên kar û weberhênanê li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û çend mijarên din ên cihê girîngiya her du aliyan, tewerên din ên civînê bûn.

Back to top button