Polîtîk
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Tirkiyê kir
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 13.12.2022 ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da pîrozbahiyê li birêz Memet Mewlûd Yakut Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û hemû piştevaniya xwe ji bo wî nîşan da.
Birêz Yakut keyfxweşiya xwe nîşan da ku wekî Konsolê Giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê dest bi kar bû û hêvî xwest ku bikaribe peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê da, bi taybetî di warên ku ji bo her du aliyan girîngin, pêşve bibe.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û çend mijarên din yên ji bo her du aliyan girîngbûn hatin gotûbêjkirin.