Polîtîk
PDK serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, PDK sibe dê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro Sêşemî 13.12.2022an ji K24ê re ragihand, şanda PDKê serdana aliyên siyasî dike û yekem serdan dê ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re dibe.
Ev serdana PDKê bo aliyên Herêma Kurdistanê di demekê de ye, berpirsên wê partiyê piştî kongreya 14ê ragihandibûn ku ew ê rûpeleke nû bi hemû partiyan re vekin.
Li gorî gotina wî berpirsê PDKê, di bernameya PDKê de heye bi YNKê re jî bicive û got, nabe tenê bi rêya medyayê re peyaman ji hev re bişînin, lê belê divê em bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.