PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îspanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hansy Iskobar Balyozê Îspanya li Iraqê kir ku erkê wî bi dawî dibe.

Li hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê, malavayiyê li Balyozê Îspanyayê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest. Her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo hewl û rola wî ya li pêşxistina peywendiyên Îspanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Li beşeke dinê hevdîtinê de paşeroja peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îspanya, derfeta veberhênan û sermayeguzariya Îspanî li Herêma Kurdistanê, rewş û hilbijartina pêşwexta Iraqê, pêşketinên navçeyê û çend babeteke ji bo her du aliyan girîngbûn, hate nirxandin.

Back to top button