
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Ole Diehl Balyozê Almanya li Iraqê kir ku dawî bi erkê wî tê.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spas û destxweşiyê li birêz Balyozê Almanyayê kir ji bo kar û hewlên wî yên bi navê pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Almanyayê û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest.
Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Almanya spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li gel Balyozxaneya Almanya û erkên wî da dûpat kir û hêvî xwest peywendî û alîkarî û hevbeşiya welatê wî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir ber bi pêşve biçin.
Rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, azadî û mafên mirovan, hilbijartinên paşerojê yên Iraqê, rûbirûbûna terorê û gefên Da’îş û çend babeteke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.