Sibehiya îro dûşem 17.01.2022 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Gabrielius Landsbergis Wezîrê Derveyê Lîtwanya û şandeke li gel da kir.
Li civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Lîtwanya, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, berdewamiya gefa Da’îş û rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û pirsa koç û koçberan li wargehên Ewrûpa, hate guftûgo kirin.
Birêz Wezîrê Derveyê Lîtwanya spasî Iraq û Herêma Kurdistanê kir ji bo wan hengavan û alîkariya li çareserkirina pirsa koçberan da û hêvî xwest ew hevkarî li ser vê pirsê hatiye holê wekî derfetek ji bo alîkariya hevbeş û pêşxistina peywendiyên Lîtwanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bêne berfireh bikin, bi taybetî li warên fêrkirinên pîşeyî, perwerde, bursa xwendinê û çendîn warên din da.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, spasî Lîtwanya kir ku beşeke ji Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş û yarmetiya Iraq û Herêma Kurdistanê daye, di derbarê pirsa koçkirinê jî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê tu demekê nabê beşek ji bo dirustkirina kêşeyê ji bo welatên Ewrûpa.
Her du alî hevra bûn ku divê rêgiriyê li bazirganîkirina bi mirov û bikaranîna wan ya ji bo meremên siyasî bê kirin, ji bo vê mebestê jî alîkariya hevbeşiya welatan bi taybetî Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên Yekîtiya Ewrûpa pêwîste.
Nirxandina peywendiyên Hewlêr – Bexda, girîngiya peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewrûpa, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.