Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek da li gel Hulûsî Akar Wezîrê Berevaniya Tirkiye ku di dema beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Munich da birêve çû, behsa rewşa Iraq û encama hilbijartinan û hewlên wan rasterêkirina proseya siyasî kirin.
Li mijareke dinê hevdîtinê de tîşk xistin li ser peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistan li gel Tirkiye û tekez li wê yekê kirin ku alîkariya hevbeş û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye, bi navê dabînkirina aramiya li navçeyê da bin.
Şerê dijî terorê û metirsiyên serhildana Da’îş li Iraq û Sûriye, mijarên dinê hevdîtinê bûn.