PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Wezîrê Iraqê civiya

Roja 10.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Bexda li gel birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqa Federal civiya.

Li civînê de alîkarî û hemahengiya di navbera sazî û damezraweyên Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çarçêweya destûrê da, hengavên rûbirûbûna teror û tawan û alîkariya her du aliyan ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa tendirustî û rêkarên rûbirûbûna Kovid-19 û zêdebûna hejmar û rêjeya pêketiyên pejikê û hewlên ji bo dabînkirina xizmetguzariyên tenduristî û pejikê hatin guftûgo kirin.

Birêz Serok Wezîrê Iraqê pesnê berev pêşveçûna damezrandina mekanîzmên destûriyên navxweyiyan kir û balkişand li ser rêkeftina li ser pirsa dadgeha federalî û derbaskirina yasaya bu‌dceyê li Encumena Nûneran û hêvî xwest bi hûrî bê bi cîhkirin û li ser bingeha dadgeriyê li dabeşkirina samanan da, pêgirî pêve bê kirin.

Birêz Kazimî her wiha tekez li ser pêwîstiya bihêzkirina alîkariyên emnî ya di navbera Bexda û Hewlêrê kir bi awayek ku aramiya navxweyî dabîn bike û rê li her valahiyeke emnî bigrê ku teror û tawana rêxistinê bi derfet bibîne.

Her wiha birêz Serok Wezîrê Iraqê dûpat kir ku çendbarebûna serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexda, komek peyamên dirust ji bo tevahiya Iraqiyan dişîne û dibê sedema binyatnana bawerî û nîşandana niyazpakiyê, giyanê alîkarî û hemahengiyê jî li hemû waran da û bi navê berjewendiya welat da han dide, balkişand li ser serdana xwe ya paşerojê ya li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe bi serdana Bexda derbirî û behsa hewlên siyasî û dîplomasî û aboriyên birêz Serok Wezîrê Iraqê kir û dûpat kir ku hewlên dîplomasiyên pêşerojê ya Iraqê û serdan û hevdîtinên birêz Kazimî, pêgeha Iraqê xiste ber bi çav û rola asayî ya welat li navçeyê û li ser asta navdewletî jî cihê xwe dibîne.

Her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî tîşk xiste li ser peyrewkirina daneyên li çareserkirina kêşeyên navxweyî û bilindkirina asta alîkariya emnî û ber bi pêşvebirina wê bi pêwîst da zanîn. Hemû piştgîriyek jî ji bo Hikûmeta Federal û bihêzkirina pêgeha dewletê dûpat kir ku bi awayek bikarê rûbirûyê gefan bibê.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê pesnê derbaskirina yasaya budceyê li Encumena Nûnerên Iraqê kir û tekez li wê yekê kir ku çareserkirina kêşeyên helawestiyên Hewlêr – Bexda rê ji bo aramiya zêdetir û pêşketina Iraqê xweş dike.

Rewşa niha ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Fransa, pêşhatên pejika Kovid – 19 û bandorên wê, proseya derzî lêdanê û rêkar û hengavên rûbirûbûna pejikê, metirsiyên teror û gefên Da’îşê, erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin nirxandin.

Her du alî tekez li ser pêwîstiya hevkarî û pêkve karkirina hemû alî û pêkhatên Iraqiyan ya ji bo derbaskirina kêşe û qeyranan û hengavên ber bi paşerojeke baştir kirin û hêvî xwestin pejirandina yasaya budceya Iraqê destpêkek bê ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda û bê bi cîhkirin. Her du alî hevrê bûn ku mekanîzmeke çalak ji bo hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqiyan û piştgîriya hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna gefên Da’îş pêwîste û divê kar li ser bê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû kêşe û giriftên xwe yên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûr û li çarçêweya sîstema federalî da çareser bike û li gel hemû alî û pêkhatên Iraqê pêkve kar ji bo aramiya li Iraq û navçeyê bike, çaresekirina kêşeyên Herêma Kurdistanê jî li gel Hikûmeta Iraqa Federal bi kilîla aramiya Iraqê da zanîn.

Back to top button