Serokê Herêma Kurdistanê li gel Rêberê Înqilaba Îslamî Ayetullah Elî Xamineyî civiya.
Serok Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê li Tehranê bi Rêberê Bilind ê Înqilaba Îslamî Ayetullah Elî Xamineyî re hevdîtin kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Xamineyî nîşan da û amadeh û xwesteka Herêma Kurdistanê jî bo pêşxistina peywendiyên li gel Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran de da zanîn. Herwiha spasiya piştevaniya Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di mijareke dinê vê hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya peywendiyên Îranê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û li ser berdewamiya aramî û aramiyê û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Her li vê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne jî hatin gotûbêjkirin.