Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê însiyatîfek girtiye ser milê xwe

Rawşkarê serokê herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê ji bo yekrêziya gelê Kurd destpêşxeriyek kiriye.

Rawşkarê serokê herêma Kurdistanê dibêje: Serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriya komkirina partiyan û yekrêziya nav mala Kurd kiriye, ji ber ku yekrêziya nav mala Kurd gelek pêwîste û destkeftên me jî dê bên parastin û giraniya Kurdan zêdetir dibe. ji bo civîna partiyan gavên pratîk tên avêtin. Dostên me yên li ser asta navçeyî û navdewletî bi taybet Amerîka daxwaza yekrêziya Kurdistanê dikin daku statuya Herêma Kurdistanê bê parastin û di asta navxweyî û derve de bi yekrêzî pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Rawşkarê serokê herêma Kurdistanê dibêje: Serokê Herêma Kurdistanê hertim hewl dide her pirsgirêkekî çareser bike, yekrêziya nav mala Kurd hertim di rojeva Serokê Herêma Kurdistanê de ye, ji ber wê jî niha derfetek baş dixwaze ji bo hevdîtin û yekrêziya mala Kurd. girînge ku alî bi hev re bicivin û pirsgirêkan çareser bikin.

Back to top button