
Daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ku, gotibû ew ê bi tifaqa xwe re namzetê serokomariyê destnîşan bikin, gelek hesabên siyasî tevlîhev kir.Ji Serokên Koma CHP’ê Engîn Ozkoç jî diyar kir ku divê rêz li biryara HDP’ê bê girtin, Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Îsmaîl Tatlîoglû jî got, “Ev bandorê li pêvajoyên me nake.”
Ji Serokên Koma CHP’ê Engîn Ozkoç got, “Li ser HDP’ê zext hene. Li gorî şert û mercên siyasî yên ku pêş dikevin, helwestên xwe eşkere dikin. Di encama wê zextê de pêwîste rêz li biryarên ku di nav xwe de didin bigirin.”
Ozkoç, diyar kir ku namzetiya HDP’ê wê bandorê li encamên hilbijartinên tûra yekemîn bike, diyar kir ku şert û mercên li Tirkiyeyê ne pir xwezayî ne û got, “Dem têra wê heye. Eger sîstema demokratîk û sîstema parlementoyê ya bihêz ji hemû aliyûn siyasîre pêwistbe, eger tê xwestin ku di jiyana siyasî ya pêş de bi şert û mercên wekhev bikevin pêşbaziyê û ji vê sîstema heyî rizgar bibin, divê biryarên ku ji niha û pê ve tên girtin, lig ora vê yeke bene nirxandin.”
Ozkoç, têkildarî daxuyaniyên baskê HDP’ê yên ku dibêjin ew ji bo namzetekî hevpar ê ku li ser zemîna demokrasiyê bicive û bi HDP’ê re diyalogê pêk bînin vekirî ne, got: “Daxwazên wan mafdar in. Ew bi zelalî diyar dikin ku ew çawa siyasetê dibînin. Ev daxwaz dê were nirxandin. Her kes wê biryara pêwîstiya Tirkiyeyê bi cih bîne.”
Li aliyê din Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Îsmaîl Tatlîoglû, têkildarî namzetiya Serokkomariyê ya HDP’ê ev nirxandin kir: “Ew bandorê li pêvajoyên me nake. Hevbendiyên wan ên cuda hene. Her kes li ser xeta xwe ya siyasî dixebite. Ew jî li ser xetên xwe yên siyasî dixebitin. Her tifaq, her partî helwesteke ku wê helwesta xwe herî zêde bike diyar dike. Rast e, xelet e. Pêvajoya hilbijartinê hat, em nêzî fînalê ne. HDP û tifaqên wê biryarek wiha dane. Ev pêvajoyek e ku dê li gorî hemû hevpeymanan bê meşandin.”