PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê digel Wezîrê Derve yê Brîtanya yê ji bo karûbarên ewlehiyê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 23.08.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Tom Tugendhat Wezîrê Derve yê Brîtanya yê ji bo karûbarên ewlekariyê û şandeke pê ra kir.

Di civînekê de ku, birêzan Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanya yê Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û berengarbûna terorê û metirsiya DAIŞê, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, koça neyasayî bo Brîtanyayê û têkoşîna li dijî maddeyên hişber hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariyên hevbeş ên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî û tawanên rêkxistinkirî kirin û li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bo rêgirtina li belavbûna maddeyên hişber li navçeyê, hevkariyeke hevbeş ya herêmî pêwîste û gavên pêwîst bên avêtin ji bo vê armancê. Her wiha di vê derbarê da behsa rêkeftineka lihevtêgihiştinê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Brîtanyayê da were îmzekirin hate kirin.

Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da, her du alî li ser girîngî û pêwîstiya bihêzkirina yekrêzî û yekhelwestiya navxweyî û lidarxistina hilbijartinan hemfikir bûn. Di derbarê hilbijartinan da jî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêdagire bi lidarxistina hilbijartinan û rewabûna Herêma Kurdistanê ji hilbijartinan tê.

Di civînê da her wiha pêşhatên dawî yên li herêmî bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Back to top button