PolîtîkRojev

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik Bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê Dike

‘’Ez bangî Birez Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Serokê Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê dikim.

Demildest, zûtirîn wext bangî partîyên Kurdan yên li her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên li welatên cihanê bikin û  bi wan re civînekê li dar bixin. Di vê civînê de hemû alîyên beşdar di derbarê rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê de agahdar bikin. Bila nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî di derbarê   rewşa Rojavayê Kurdistanê de agahdarîyan bidin. Paşê jî di encama civînê de,  em hemû partî û nûnerên Kurdan bi hevdu re ji bo xeterîyên li ber Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene helwest û sîyaseteke hevbeş netewî, niştimanî  tesbît bikin.

Ev civîna dikare bi awayekî fiîli, li gorî tedbîrên pandemîya Covîd-19yê, li Hewlêrê  jî bê li dar xistin; dikare ji ber xeterîya Covîd-19yê, bi awayekî ONLINE jî bê li dar xistin.

Îro qedera her çar perçeyên Kurdistanê ji her demê zêdetir bi hevdu re hatine girêdan. Serkeftin  û têkçûnên li her perçeyekî Kurdistanê  tesîreke mezin li ser qedera perçeyên din jî dike.

Îro şerdên Kongreyeke Netewî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên her çar perçeyan û yên cîhanê tune ye. Lê em dibêjin ji bo ku em bikaribin li himberî xeterîyên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê helwesteke hevgirtî ya netewî bihûnin civîneke berfireh ya  wek ku em  pêşniyar  dikin,  êdî pêwîstîyeke dîrokî ye.

Belê em dibêjin wazîfeyeke weha birûmet, dîrokî ya netewî, niştimanî , bi amadekirina Birez Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Serokê Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê dikare bigihêje encameke berhemdar.

Li gel rêzên xwe

17.12.2020

Mustafa Özçelik

SeroKê Giştî yê PAKê’’

Back to top button