CîhanRojev

Emê li dijê terorê bi hev re kar bikin!

Serokomarê Tirkiye Erdoğan û serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazımi konferansek rojnemevanî li darxistin û gotin ku em rê nadin terorê.

Erdogan di daxûyaniya xwe de got:

Ez dixwazim bêjim ku, dê her demî Tirkiye pişgiriya Iraê bike.Di hevdîtinên du alî de me behsa rewêşa herêmê kir.Em hemû gelê Iraqê wek birayên xwe dibînin.Min û birêz Kazimî biryar da ku, em li himber dijminên xwe yên hevbeş, wek DAÎŞ,PKK û FETO tekoşîna xwe berdewam bikin.

Me her du aliya wekheviya fikra xwe teyîd kir.Terora cudaxwaz êrîşê sivîla dike û rûyê xwe yê rast eşkere kiriye û daye xûyakirin ku di xizmeta kî de ye.Em operasyonên desthilatdariya Iraqê li dijê PKKê teqdîr dikin.Em di çerçova parastina mafên xwe yên meşrû de hevkariya birayên xwe yên Iraqî dikin.

Em dixwazin xeta boriya petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê ji nûve çêbikin da ku petrola Kerkûkê biherike ji bo bazara navdewletî.

Ji bo em avê bi hevre awayek adilane bi karbînin me gavên berûpêş avêtina.

Kazimî di daxûyaniya xwe de got:

Me firsend dit ku em gelek pirsgirêkên girîng gotubêj bikin.Iraq tu cara naxwaze pirsgirêka li gel cîranên xwe peyda bike. Em dixwazin li gel cîranên xwediyê pêwendiyên başbin.

Tirkiye welatê herî girînge ku em li gel hev bazirganiyê dikin.Li gel kompanyayên mezin ên Tirkiye tecrûbeyên me yên baş hene . Em dixwazin li gel Tirkiye karekî baş hevbeş û rasteqênî bikin.

Deriyê me her demî ji Tirkiye re vekirîne.Ji bo hemû cureyên arîkarî û pişgiriyê em spasiya Tirkiye dikin.

Em dixwazin li himber hêzên terorîst bi hevre di nava hemahengiyekî de bin.

Du roj berê hinek gurubûn terorist hewldan bikevin nava herêma Kurdistanê de û şer li gel hêzên me yên asayîşê kirin.

Em îro hinek peymana îmze dikin.Demik nêzde hêvine ku serokkomar Erdogan serdana Iraqê bike.

Back to top button