Serokê Giştî yê PAKê li gel Wezareta Derve ya Swêdê civîya
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel Endamên Meclîs û Komîteya Swêdê ya PAKê roja 19.11.2015ê li Stockholmê li gel Anna Stalbo Yazgan Şefa beşa Yekitîya Ewrûpa û maseya Tirkîyê ya Wezareta Derve ya Swêdê civîyan.Rêzdar Mustafa Özçelik, di hevdudîtinê de, di derbarê damezrandin, bername û siyaseta PAKê de agahdarî da û bi giştî di derbarê rewşa Kurdistanê û Tirkîyê de bîr û rayên PAKê bilêv kir. Herweha rola Dewleta Swêdê ya di xebat û berhemên rewşenbîrî yên Kurdistanîyan de pesinand û spasîya xwe jibo piştgirî û alîkarîyên Swêdê yên jibo Kurdistanê pêşkêş kir. Rêzdar Mustafa Özçelik, got, li dijî DAIŞê û di meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê , di çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê de, divê Dewleta Swêdê her daîm dost û piştgirê gelê me be.Rêzdar Anna Stalbo Yazgan jî xêrhatina heyeta PAKê kir û behsa alîkarî û piştgirîya Swêdê ya jibo başûrê Kurdistanê û xebatên rewşenbîrî yên Kurdî kir.Hevdîtina heyeta PAKê ya li gel nûnerê wezareta Derve ya Swêdê rêzdar Anna Stalbo Yazgan bi pirs û bersîvên herdu alîyan bi dawî hat. Herdu alîyan jî pêwîstî û girîngîya berdawîmaya vê danînûstendin û diyalogê bilêv kirin.Hevdudîtin di atmosfereke germ û berhemdar de derbas bû.Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê