Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel endamên Meclîsa PAKê Nimet Mumtaz Aydin, M.Ali Yildirim, Sirac Kirici û Mirza Akar, roja 17.11.2015ê li Berlîn a paytextê Elmanya yê seredana rêzdar Dilşad Barzanî , nûnerê Hikumeta Kurdistanê li Elmanyayê kir.Rêzdar Dilşad Barzanî û heyeta nûneratîya Hikumeta Kurdistanê bi awayekî germ pêşewazîya heyeta PAKê kirin.Rêzdar Dilşad Barzanî xêrhatina heyeta PAKê kir. Rêzdar Mustafa Özçelik jî jibo vê pêşewazîyê spasîya xwe bilêv kir û jibo rizgarkirina Şingalê pîrozbahîya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û ya Hikûmeta Kurdistanê kir.Di serêdanê de Rêzdar Mustafa Özçelik, di derbarê rewşa siyasî ya bakurê Kurdistanê û bîr û rayên PAKê de agahdarî da.Herweha jibo têkiliyên dîplomasîyê pêwistîya alîkarî û hemahengîya her çar perçeyên Kurdistanê bilêv kir.Rêzdar Dilşad Barzanî jî jibo pêşdebirin û organîze kirina peywendiyên dîplomasî û siyasî amadebûna xwe bilêv kir.Hevdudîtîna rêzdar Dilşad Barzanî û heyeta PAKê di atmosfereke germ,dostane û berhemdar derbas bû.Buroya Capemenî û Ragehandinê ya PAKê
Pêş
05/06/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
Balkêş e ?
Close
-
Trum Tê Tirkiye03/06/2026


