Civak
Serokê Giştî yê PAKê Li Amedê Seredana PSKê Kir
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik îro(06.06.2016) li Amedê li gel Cîhgirên Serokê Giştî Nuri Sınır û
Nurullah Timur, endamên Komîteya Bireveberîya Navendî(KBN) Kutbettin Yildiz, Feyaz Ekmen,
Abdurrahman Ecer, Vahit Aba, Ramazan Kahramaner, Serokê Şaxa Amedê yê PAKê Hanefi Turan û endamê
PAKê Mustafa Kalpak seredana PSKê kirin.
Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek li gel rêveberên PSKê Bayram Bozyel,Hasan Dağtekin, Suphi Ekinci,
Zulkuf Baran pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Serokê Giştî yê PAKê jiber seredana PSKê ya li Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, pîrozbahîya PSKê kir. Mustafa
Özçelik got ‘’Di meşa qebûl kirina partîyên bi navê ‘Kurdistan’ê de PSKê jî kevirekî din danî ser yên heyî.
Ew partîyên Kurdistanî yên di doza azadîya Kurdistanê de heta îro li ser esasê meşrûîyetê xebatên xwe
meşendine, îro bi van gavan, li gel vê meşrûîyetê, di warê legal de jî destkeftinên girîng bi dest dixin’’.
Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek jî jiber vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir û got ‘’ PDKT û PAKê berîya
me, karê me hinekî sifiktir kiribûn. Em ji bo vê xebata we ya ku we berîya me pêk anîbû spasîya we dikin’’
Heyeta PAKê û PSKê di derbarê rewşa Kurdistanê de bir û rayên xwe bi hevdu re parve kirin. Hevdu dîtin di
atmosfereke germ û dostane de derbas bû. 06.06.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê