Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.Serokê Fransayê Emmaneul Macron îro danê nîvro 02-12-2017, li Koşka Elyseeyê, pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re kir, ku ji Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fuad Hisên û Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî pêk tê.Piştî hevdîtinê konferansek rojnemevanî hate li darxistin.Serokê Serokê Fransayê Emmanuel Macron got pêwîste demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin.Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîna çapemeniyê lidar xistin.Emmanuel Macron got ew ji ber serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî a Fransayê ew spasiya wan dike û diyar kir ku di navbera gelê Kurd û Fransayê de dostaniyeke dîrokî heye û Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd bûye.https://youtu.be/CZmgksmeros
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025