Serokê ENS serdana Kurdistanê dike
Rojnameyeke Kuwêtî eşkere kiriye ku di demke nêzîk de, dê serokê Mecilsa Niştimaniya Suryeyê serdana herêma Kurdistanê bike û li ser rewşa Suryê digel serokê Kurdistanê bicive.
Rojnameya Siyaset a Kuwêtî di raporeke xwe de şekere kiriye û di van nêzîkan de dê Abdulbasit Seyda serokê Mecilsa Niştimaniya Suryeyê serdana herêma Kurdistanê bike û digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.
Rojnameya navborî di berdewmiya rapore xwe de û bêy ku, îşaretê bi ti çavkaniyan bike, dinivîse ku serokê Mecilsa Niştimaniya Suryeyê dê ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz bike ku, ji bona çek û cebilxane bigihêje rojavayê Kurdistanê, herêma Kurdistanê rêgiriyê neke.
Û rojname dinivîse: ”Di çarçoveyê serdana xwe de bo Kurdistanê, yek ji daxwazên Seyda dê ew be ku, di rêya herêma Kurdistanê re çek û cebilxane derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, daku bi wê rê rojavayê Kurdistanê û çend bajarên mezin yên weke Helebê rizgar bikin”