Polîtîk

Serokê CHP-ê yê Diyarbekir jî doza lêborînê kir

Serokê CHP-ê yê şaxa bajarê Diyarbekirê bersiva banga Erdogan da û piştî axavtina Erdogan ya di derbarên bûyerên Dersimê de konferansek rojnemevanî saz kir .

Serokê CHP-ê yî şaxa Diyarbekir Muzafer Deger di  vê derbarê de got: Li ser pirsa Dersimê birêz serokwezîr îro 4 belgeyên dewletê eşkere kirin. Li Dersimê wek serokwezîr gotî bi hezeran insan hatine kuştin.

Dema ew belge hatin xwendin mûyê laşê me wek striyan lê hatin. Hêstir ji çavên me barîn. Diviya wek CHP me ev yek bikira û ji milet doza lêborînê bikira. Lê mixabin îro partiyek din vê yekê dike. Serokwezîr bi nave dewletê doza lêborînê kir. Ez jî wek serokê CHP-ê yê Diyarbekirê ji Dersimê ji xelkê Dersimê ji bo wan bûyeran doza lêborînê dikim.

Rojevakurd

Back to top button