Fehullah Gulen koça dawî kir
Biraziyê Gulen Ebuseleme Gulen û malperên nêzî rêxistina Cemaetê jî ev ev yek ragihandin..
Serokê FETOyê Fethullah Gulenê ku li Pensîlvanyayê dijiya jiyana xwe ji dest da. Nûçeya mirina Gulen ji aliyê saziyên çapemeniyê yên rêxistina FETO ve hat ragihandin.
Biraziyê Gulen Ebuseleme Gulenê di nivîsa xwe ya li ser hesabê Xê de got, “Fetullah Gulen ber bi asoyên canê xwe ve meşiya.” Ji bilî têkçûna gurçikan û şekir, Gulen ji ber nexweşiya dementosê jî dihat dermankirin.
Rojnamevan Hande Firat got ku nûçeya mirina Gulen weke ku hatiye piştrastkirin gihişte Enqereyê. Firat got, “Tenduristiya wî di van demên dawîn de gelek bi pirsgirêk bû. Ji bilî têkçûna gurçikan û şekir, nexweşiya dementosê jî hebû. Me di nava rêxistinê de cara ewil behsa şerê di nava rêxistinê de kirîbû. Ji ber şerê pereyan di navbera Ewropa de Piştî ku Gulen ji Pensîlvanyayê hat dersînorkirin rewşa tendirustiya Gülen her ku diçe xerabtir dibiya.”