Polîtîk

Serokayetiya Kurdistanê sêwana hemû Kurdistaniyan e

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo cejna Remezanê

Cejna Remezanê li malbat û kesukarên serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û li tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim hatina vê cejnê me hemûyan ya ji bo tebayî, yekrêzî, lêborînî, pêkvejiyan û hevdû qebûl kirin han bide, li gel xwe da xêr û xweşiyê bîne û cejn û helkeftên xwe yên li paşerojê li keş û rewşeke baştir da bikîn.

Cejn di demek da tê ku Herêma Kurdistanê jî wekî welatên navçeyê û cîhanê, rûbirûyê metirsiya belavbûn û geşbûna zêdetirê şewba virusa Korona û encamên wê li ser hemû aliyan bûye, ji bo wê yekê pêwîste em hemû li Herêma Kurdistanê bi pêkve yekrêzî û tebayiyê de kar bikîn û hevkar û yarmetîder bîn ji bo rûbirûbûna vê rewşê û derbaskirina dijwariyan. Tenê bi karê pêkveyî û tebayî û hevkariya hemû aliyek, wekî qeyranên berê dikarîn vê rewşê jî derbas bikîn û bi pêkve li ser wan da serbikevîn.‌

Li vê helkeftê de dûpat dikîn ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî sêwanek dibê ji bo tebayî û yekgirtiyî ya hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistan û nûnerayetîkirina welatiyan bi tevhiya cûdahiya întîmaya hizbî û siyasî û neteweyî û olî û kultûrî ve, bi vê navê da jî ji bo çareserkirina kêşeyan û baştirkirina jiyan û guzeraniya welatiyan, li kar û hewlên xwe de berdewam dibe.

Cejna Remezanê li we hemûyan pîroz bê, hêviya selametî û tendirustiyeke baş ji bo we hemûyan dixwazim û daxwaz ji welatiyên delal dikim rêkarên xweparêziyê li ber çav bigrin.

Xwedayê mezin Kurdistan û hemû aliyek biparêze.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

23.05.2020

Back to top button