Serokatiya Kurdistanê kuştina sê jinên kurd şermezar dike
Serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina sê jinên çalakvanên kurd li Parîsê bi dijwarî şermezar dike û hevxemîya xwe bi malbatên wan re parve dike.
Serokatiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em hêvî dikin ku ev buyer li pêşiya pêngavên ji bo çareerkirina pirsakurdî li Tirkiyyeê tên avêtin nebe asnengî.
Ev li jêr teksta daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê:
Gelek bi mixabinî nûçeya terorkirina sê jinên çalakvanê Kurd (Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Soylemez) gihişte me ku, li roja 10.01.2013ê ji encama kiryareke terorîstî li Parîs hatine kuştin.
Di demekê de ku, em bi tundî terorkirina van çalakvanên Kurd şermezar dikîn, di heman demê jî de hevxemî û sersaxiya xwe bi kesukar, rêheval û hevsengerên qurbaniyan parve dikin. Em hêvîdar in ku, ev bûyer li ber wan pêngavên ji bo çareserkirina aştiyaneya pirsa Kurd li Tirkiyerê tên avêtin, nebin asteng.
Daxwazê ji hikûmeta Fransayê dikîn ji bona peydakirina encamderan hewil bide û wan dest û aliyên li pişt encamdana vî karê terorîstiyê de bûne eşkere bike.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.01.2013