Serokatîya Herêma Kurdistanê di derbarê bûyera Balafirgeha Silêmanîyê de daxuyanîyek belav kir û ji alîyên pêwendîdar daxwaz kir ku ji bo lêkolîna çavkanî û sedema bûyerê, erkê xwe cîbicî bikin.
Di daxuyanêya Serokatîya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku “Divê hemû alî aram bibin û bi awayekî dirust nêzîkî bûyerê û encamên wê bibin û li şûna tometbarkirinê, ji bo nehiştina sedemên wê, gav bên avêtin”.
Daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê wiha ye:
Serokatîya Herêma Kurdistanê bûyera Balafirgeha Navdewletî ya Silêmanîyê şermezar dike ku êvara 7ê Nîsanê rûda. Em ji wan alozîyên ku li pey wê hatin, nîgeran in.
Em daxwazê ji alîyên pêwendîdar dikin ku ji bo lêkolîna çavkanî û sedema bûyerê erkên xwe cîbicî bikin. Divê hemû alî aram bibin û bi awayekî dirust serederîyê ligel bûyerê û encamên wê bikin û li şûna tometbarkirinê, ji bo nehiştina sedemên wê, gav bên avêtin.
Em hemû welatîyên Kurdistanê, bi taybetî bajarê xoşewîst ê Silêmanîyê piştrast dikin ku parastina asayîş û seqamgîrî û jiyana wan, erkê pêşîn yê sazîyên Herêma Kurdistanê ye û rê nayên dayîn bi ti bihaneyek bikevin metirsiyê.
Serokatîya Herêma Kurdistanê
8ê Nîsana 2023an