Serokatiya Barzanî 2 sal dirêjkirin
Li civîna hevbeşa Yekîtî(YNK) û Partî(PDK) de rêkkeftin ku hilbijartina Serokayetiya Herêma Kurdistanê paş bixin, heman demî de rapirsiya Proje Yasaya Destûr jî paşbixin.
Doh 29-06-2013 her dû Mektebên Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ke dûrî ragihandinê li bajarê Silêmanî birêveçû, her dû aliyan li ser pirsên paşxistina referanduma destûrê, sazana nîştimanî û hilbijartina Serokayetiya Herêma Kurdistanê rêkkeftin.
Li civînê de Partiya Demokrata Kurdistanê bi wê yekê razî bûye ku destûr nexin referandumê û sazanekî nîştimanî li ser encam bidin. Her wiha biryardane ku hilbijartina Serokayetiya Herêma Kurdistanê heta dû salan paş bixin.
Biryare li rûniştina îro ya Parlemena Kurdistanê da, guftûgoya vê babetê bikin û bixin dengdanê.