Polîtîk

Serok: Xwedî îrade û çarenûsa xwe bîn


Sêyemîn Konferansa Ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê  li bajarê Dihok hate sazkirin. Serokê Kurdistanê peyamek ji bo Konferansa Ciwanên Kurdistanê rêkir. Payam ji aliyê Sekreterê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê ve hate xwendin û eve jî naveroka wê gotarê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Lawên ezîz!

Xuşk û birayên xweşdivî…

Amadevanên birêz…

Gelek bi xêrhatin û hêviya serketin û bexteweriyê bo we dixwazim. Pîrozbahiyekî germ li endamên Konferans û Lawên her çar perçeyên Kurdistanê dikim ji bo sazkirina sêyemîn Konferansa Lawên Kurdistanê û hêvîdarim herdem bi vî awayî yek dil û yek armanc bin ku ew jî geşepêdan û xizmetkirina genc û lawên Kurde li her çar perçeyên Kurdistanê.

Min hêviyeke mezin bi we yên ezîz heye ku herdem ji bo serbilindiya gelê me û gihîştina rizgariyê li jêr destî û dagîrkeriyêda têbigoşin.

Daxwazê ji we dikim herdem bi hêz û bi hêvî bin û dijî wan deng û hizran rawestin ku baweriya wan bi xwe û bi şiyanên gelê Kurd tûne û xwe ji xelkên din bi kêmtir dizanin. Dîrok û destkeft û qurbanîdan û serweriyên gelê Kurd bêhejmarin û divê bibin hewêna bawerî bi xwebûna neteweya me bo ku me han bide hemû mafên xwe mîsoger bikîn û li ser piyê xwe rawestîn û xwedî îrade û çarenûsa xwe bîn.

Lawên xweşdivî!

Niha ji hemû demek guncawtire bi beşdariya hemû aliyên Kurdistaniyên her çar perçeyên Kurdistanê bîr li bestina kongreya neteweyî bikîn, bo ku berdê bingeha stratejiya Kurdistanê li navçeyê de deynîn ku li ser bingeha peyama aştî û pêkvejiyana gelan dibê.

Hêvîdarim konferansa we bibê derbasgehek ji bo bestina Kongreya Neteweyî û hewêna yekrêziya hemû aliyek.

Bi pêwîstî dizanim ku we agahdar bikim niha ji hemû demek zêdetir hêvî heye gelê Kurd hengavên mezintir bavêje û paşarojeke bi rûmet li benda gelê Kurde. Sedsala bîst û yek, sedsala gelê Kurde û erkê we yên law û gencan girantir dibê û pêwîste hûn hemû xwe bi başî amade bikin bo ku bi baştirîn awayî xizmeta welatê xwe bikin.

Li dawiyê de dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serketinê ji bo we û konferansa we dixwazim.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button