Serok serxweşiya malbata Elçî kir
Peyama serokê Kurdistanê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar xwedê jê razî Şerafettin Elçi
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetî û siyasetmedarê navdar xwedê jê razî Şerafettin Elçi gihîşt min û min xemgîn kir.
Bi vê xemgîniyê hevxemiya xwe pêşkêşî we yên malbata rêzdar û hemû hevalên wî û gelê Kurd dikim.
Xwedê jê razî xebatkarekî aza û nîştimanperwer û dilsozekî rêbaza Kurdayetî û xwedî hestekî neteweyiyê bilind bû û roleke diyar li dakokîkirina aştiyaneya çareseriya pirsa Kurd li Tirkiye de dît, ji bo wê yekê ji destdana wî kesayetiyê ziyanek bû ji bo gelê Kurd û hemû gelê Tirkiye. Ruhê wî yê pak cihê bihûşta firehe înşallah.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/12/2012