Civak
Serok serxweşiya malbata Efe kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo birêz Rojhat Amedî û malbata Mela Mihemed Efe
Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya bavê we yê rêzdar û têkoşer û xebatgêrê gelê me yê li Bakûr, xwedê jêrazî Mela Mihemed Efe gelek xemgîn buyîn. Xwedê jêrazî heta koçkirinê kesekî xebatkar, şoreşgêr û xizmetkarê rêbazê Kurdayetiyê bûye û li rêya vê xebatê da gelek koçber û derbederiyê dîtiye. Pirse û serxweşiya xwe ji malbata we ya rêzdar û hemû xizm û kes û karên we radigihînim û beşdarê xema we me û ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.07.2014